HDP: Divê Anadolû Ajansi dawî li weşangeriya darbeya sivîl bîne

HDP'ê nerazûneke tund nîşanî weşana Anadolû Ajansi (AA) da, ku partiya wan hedef nîşan dide.

Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji Weşan û Çapemeniyê Berpirsyar Sarûhan Olûç, der barê nûçeya Anadolû Ajansi (AA) a bi serenavê "Ji terorîst re parastina YE' daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Olûç diyar kir ku nûçe 'ji nîşandana patolojiya polîtîk a AKP û ekîba qesrê wêdetir, li pîvanên exlaqa çapemeniyê jî nayê' û got, "Bi vê nûçeyê re li hemberî Hevserokên me zimanekî bêhurmetiyê tê bikaranîn û heqaret li hişê mirovan tê kirin. Em dixwazin ev nûçe der hal ji weşanê bê rakirin û ji ber ku nûçeyeke bi vî zimanî weşandine, em berpirsyaran şermezar dikin."

'JI BO PARTIYEKE 6 MÎLYON DENG STENDIYE MAFEKÎ REWA YE'

Olûç da zanîn ku Hevserokê wan Selahattîn Demîrtaş bi heyetan re hevdîtinên dîplomatîk dike, ji bo 'pêvajoya çareseriyê' ya xitimiye veke di nava hewldanan de ye û destnîşan kir ku meşandina hevdîtinên dîplomatîk mafê rewa yê nûnerên HDP'ê ye ku dengê 6 mîlyon hilbijêran wergirtine. Olûç ji ber weşangeriya AA nerazîbûna 'darbeya sivîl a qesrê' nîşan da.