HDP, DBP, KCD diçine Gundê Xirabê Baba

Şandeyeke ku ji HDP, DBP, KCD’ê pêk tê wê biçine gundê Xirabê Bab ê Nisêbînê ku dewleta Tirk êrîş aniye ser û lêkolînan bikin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokrat (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) diçine gundê Xirabê Baba yê Nisêbînê ku ji hêla hêzên leşkerî yên Tirk ve hatiye dorpêçkirin.

Têkildarî mijarê HDP’ê daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyanî wiha ye:

‘’Wekîlên me Mehmet Alî Aslan, Feleknas Uca, Leyla Birlîk, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, rêveberên DBP’ê yên Mêrdîn û navçeyên wê, ber bi gundê Xirabê Baba ve bi rê ketin ku ev 8 roj in hatiye dorpêçkirin. Şandeya me wê îdîayên ku dibêjin malên gund hatine şewitandin, gundî hatine binçavkirin, êşkence li gundiyan hatiye kirin tevahiya rojê lêkolîn bike.’’