HDP: 'Bila Komîsyona Heqîqetan a Komkujiya Dêrsimê' bê avakirin

Desteya Rêvebera Navendî ya HDP’ê, têkildarîna Komkujiya Dêrsimê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HDP’ê di daxuyaniya xwe ya têkildarî Komkujiya Dêrsimê de xwest,"Komîsyona Heqîqetê ya Komkujiya Dêrsimê” bê avakirin.  Daxuyaniyê bal kişand ser banga keça Seyîd Riza ya “Ez dixwazim li ser gora bavê xwe bilorînim. Bila agahiyên der barê Komkujiya 37-38’an a Dêrsimê de derkevin holê” ya di ANF’ê de jî.

Desteya Rêvebera Navendî ya HDP’ê, têkildarî Komkujiya Dêrsimê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

'70 HEZAR KURDÊN ELEWÎ HATIN QETILKIRIN'

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Berî niha bi 78 salan wek îro hikûmeta demê îmze avêt bin yek ji rûpelên herî tarî yên dîroka komarê û tevgera bi Komkujiya Dêrsimê encam bû da destpêkirin. Di encama vê de jin û zarok jî di nav de 70 hezar Kurdên Elewî bi gule, singo, gaz û balafiran hatin qetilkirin. Li hember vê şîdetê bîranîna canên hatine windakirin û civakên hatine belavkirin deynê stûyê her kesên xwe bi nirxên demokrasî, wekhevî, edalet û azadiyê pênase dikin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di desthilatdariya HDP’ê de wê Komkujiya Dêrsimê û gelek mîrasên dîrokî yên bi êş li ser esasê daneyên zanîstî bên ronîkirin.

'KOMÎSYONA HEQÎQETÊ YA KOMKUJIYA DÊRSIM'

HDP’ê got: "Armanca me ya sereke, bi endamên parlamentoyê yên partiyên cuda re, heyeteke şopandinê, bi tevkariya rêxistinên pîşeyî yên pêwendîdar, parêzavanên mafê mirovan û kesên li qadê têdikoşin re avakirina ‘Komîsyona Heqîqetê ya Komkujiya Dêrsimê’ û heqîqetên dîrokî derkevin holê ye.”

HDP’ê diyar kir ku banga guhdarkirina banga, keça Seyîd Riza Leyla Agar a di ANF’ê de ku gotibû: “Ez dixwazim li ser gora bavê xwe bilorînim. Bila agahiyên der barê Komkujiya 37-38’an a Dêrsimê derkevin holê” kir. HDP’ê herî dawî got: “Em li hember bîranîna berxwedana bi rûmet a Seyîd Riza û kesên di Komkujiya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dane bi rêz bejna xwe ditewînin.”