HDK-Swîsre hat ragihandin
Kongreya Demokratîk a Gelan li Swîsreyê (HDK-Swîsre) hat damezrandin.
Kongreya Demokratîk a Gelan li Swîsreyê (HDK-Swîsre) hat damezrandin.
HDK-Swîsre ji aliyê Kurdistanî û Tirkiyeyan ve li bajarê Basel ê Swîsreyê hat ragihandin. Di civîna ragihandinê de nûnerên gelek sazî û partiyên Swîsreyî yên dost jî amade bûn.
Kongreya damezrandinê bi beşdariya bi sedan delege û mêvanan pêk hat. Tevlîbûna jinan ji bendewariyan zêdetir bû.
Di kongreyê de Meclîsa ji 51 kesî û hevberdevk hatin hilbijartin.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê, nûnerê ÎGÎF'ê û Hevberdevkê Demkî yê HDK'ê Savaş Demîr axivîn.
Piştî vê axaftina destpêkê Parlamenterê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu mafê axaftinê girt û rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê nirxand. Kurkçu bal kişand ser rol û wezîfeyên HDK'ê û got, "HDK wê li Ewropayê di navbera Kurdistan û Tirkiyeyê de bibe pirek. Ji aliyê siyasî û çandî ve pêwîstî bi vê yekê heye."
Piştre dîwan hate hilbijartin û sazî û partiyên beşdar hatin nasandin. ÎGÎF, DEM-KURD, SYKP, SKB, Tevgera Jinên Kurd, KKB, Federasyona Asûrî-Suryaniyan tevlî kongreyê bûn.
Her wiha partî û saziyên Swîsreyê SP, Basta, Co - President, Varstedsmitgdit Basel-Von, Amnesy Schweiz, BFS, Solidarische Linke, Icor destek dan kongreyê.
Di kongreyê de ji bo Hevberdevkiya HDK-Swîsreyê Meral Gunder û hakan Gurgen hatin hilbijartin.