HDK'ê li Amsterdamê dest bi kampanya 'NA' kir

Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê, Meclîas Gel a Demokratîk û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) paneleke hevpar lidar xistin û ji bo referandûma 16'ê Nîsanê dest bi kampanya 'NA' kirin.

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek jî beşdarî panelê bû. Di destpêka panelê de Hevserokê Meclîsa Gel a Amsterdamê Remzî Îlhan axivî. Piştre Yuksek mafê axaftinê girt.

Yuksek bal kişand ser komkujî, sirgûn û koçberiya ji aliyê dewleta Tirk ve li Kurdistanê hatiye kirin û got, "Welatên hemdem û demokratîk, ji ber ku pirsgirêkên xwe yên civakî zûdeyî çareser kirine, di mijara azadî û mafên mirovan de pirsgirêkan najîn. Lê belê ev pirsgirêk li welatê me dijwartir dibin û her dewam dikin."

Yuksek da zanîn, sîstem û hevseniyên di sedsala 20'an de hatin avakirin, hilweşiyan e û wiha dewam kir: "Bi destwerdanên ji derve û hundir re hevsengî diguherin. Bi hilweşîna rejîmên statukoyê re, ji bo gelên bindest derfetê jiyaneke nû dafire. Mînaka vê yekê ya herî mzin îro li Sûriyeyê ye. Hevgirtin û yekîtiya gelan ji nû ve ava bû. Ji bo vê jî gelek berdêl hatin dayîn, fedekarî hatin kirin û ked hat dayîn. Dewleta Tirkiyeyê ji bo pêşî li Kurdan venebe, Kurd nebin xwedî statu, ev şer da destpêkirin."

Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek diyar kir, tifaqa AKP/MHP'ê tifaqeke neteweperest û nîjadperest e û destnîşan kir, eger di referandûmê de dengê 'erê' bi ser bikeve, wê welat bi deh salên din jî ji aliyê van nîjadperestan ve bê birêvebirin.

Yuksek anî ziman, dengên di referandûmê de li Ewropayê bên bikaranîn, dikare encamê biguherîne û destnîşan kir, ku pêkane mîne li Rojava jiyaneek azad, demokratîk, wekhev û aştiyane bê avakirin. Yuksek ragihand, divê pêvajo baş bê nirxandin û got, "Ji bo jiyaneke azad û wekhev em ê bêjin 'NA'."