Feb 23, 2017

Gundek û 3 gundik azad in

Di çarçoveya hemleya rizgarkirina Reqayê de gundek û 3 gundik hatin rizgarkirin. Şerê li gundê Siwêdiya Xerbî jî 3 roj in dewam dike.

Monday, January 9, 2017 5:15 PM
NAVENDA NÛÇEYAN - ANF

Şervanan li baskê Eyn Îsa gundê Cebil Şêîr û 3 gundikên derdorê rizgar kirin û li wan cihan dest bi xebatên lêgerînê kirin.

Her wiha êrîşên çeteyan a li ser gundê Siwêdiya Xerbî di roja sêyemîn de didome. Êrîşa îro ji aliyê şervanan ve hat şikandin û 13 çete hate kuştin.