Gunay: Em dixwazin tavilê agahiyê ji Îmraliyê werbigirin!

Berdevka Partiyê ya HDP'ê Ebrû Gunay diyar kir ku rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi kêrî temamiya gelên Tirkiyeyê tê û got, "Em li bendê ne ku tavilê agahiyê ji Îmraliyê werbigirin."

Berdevka Partiyê ya HDP'ê Ebrû Gunay di civîna çapemeniyê ya heftane de ku li navenda giştî ya partiyê lidar xist, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê.

Gunay diyar kir ku desthilatdarî weke dewama polîtîkaya 'pirsgirêka Kurd nîne' tecrîdê giran dike û got, "Tecrîda ku 22 sal in hatiye girankirin, ji Îmraliyê dest pê kir û li tevahiya welêt veguherî rejîmeke taybet. Li cîhanê bêhiqûqiyeke bi vî rengî, kêfiyeteke bi vî rengî, sûcekî bi vî rengî bi rêk û pêk tê kirin nîne."

Ebrû Gunay destnîşan kir ku cezayê di nava ceza de ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim hatiye birîn nîşaneya herî şênber a hiqûqa dijminatiyê ye, polîtîkaya zilmê ye û got, "Girtîgeha Girava Îmraliyê di heman demê de qadeke ku ihtimala aştiyê ya li Rojhilata Navîn lê hatiye tecrîdkirin. Hiqûqa dijmin a ku li vê derê tê meşandin li dijî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn hatiye ragihandin.

Me gelek caran got, nêzîkatiya li Birêz Ocalan nabe ku weke nêzîkatiya li şexsekî bê nirxandin. Ev rejîma taybet a hatiye avakirin ne tenê li dijî Birêz Ocalan e, di heman demê de li dijî ihtmala aştî, aramî û demokratîkbûna welêt e. Tecrîd êdî ne mijareke hiqûqê yan jî dadgeriyê ye. Tecrîd êdî bûye şêweyê rêveberiyê yê desthilatdariyê û karakterê rejîmê. Çavkaniya êrişên li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê polîtîkaya tecrîdê ye. Êrişên li ser partiya me, doza girtinê jî dewama vê konsepta êrişê û polîtîkayê ye."

Ebrû Gunay bal kişand ser cezayê qedexekirina hevdîtinan ku ji bo 6 meh û 3 mehan li Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê hatiye birîn û got, "Di serî de saziyên ku sîstema hiqûqê binpê dikin, CPT û saziyên navneteweyî yên li vî sûcî temaşe dikin, xwedî berpirsyariyê ne. Em careke din bang li CPT dikin: Erka xwe bi cih bînin. Bi milyonan mirov nizanin ku li Îmraliyê çi diqewime, di serî de Ocalan agahî ji Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayê wergirtin.

Di nava 8 mehan de bi dehan caran bi navê malbatê û parêzeran serlêdan ji bo hevdîtinê hatin kirin, lê belê bêbersiv hatin hiştin. Desthilatdariya ku vê rejîma tecrîdê dimeşîne her gavê dibêje 'em dewleteke kabîle nîne'. Bêguman nebin dewleteke kabîle, lê belê hiqûqê, mafên mirovan, qanûnên gerdûnî jî li gorî xwe xwar nekin. Destûra Bingehîn binpê nekin. Rejîma xwe ya sûc normal nekin. Ji ber ku em ê hînî vê sîstema we, vê rejîma we ya taybet, dijminatiya we ya li gelan, polîtîkayên we yên şer, felaketên ku we afirandine, di şexsê Ocalan de tecrîda ku hûn li ser aştî û çareseriyê ferz dikin, nebin. Eger ji we heye ku bi van polîtîkayan dikarin rewşê asayî bikin û gel hînî vê yekê bikin, hûn xwe dixapînin. Biçin guh bidin daxwazên kolanan, qadan û civakê.

Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê wê ti carî ji nirxên bingehîn dûr nekeve, wê tawîzê ji maf û azadiyê nede. Bi vê kiryara xwe hûn tenê xwe dixapînin. Em gelek caran bang li we kir, ku bi vê meseleya giran nelîzin. Em dixwazin tavilê agahiyê ji Îmraliyê werbigirin, em li bendê ku hûn tavilê dawî li vî sûcê xwe bînin.

Ji bo me aştiya bi rûmet û siyaseta demokratîk esas e. Rêya vê yekê jî bidawîkirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e, afirandina rêyên diyalogê ye. Rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan bi kêrî berjewendiyên tevahiya gelên Tirkiyeyê tê."