Gulşen Ulker Bîrdal, ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin

Hevjîna Serokê Rûmetê ya ÎHD'ê Akin Bîrdal, Gulsen Ulker Bîrdal ber bi rêwitiya xwe ya dawî ve hate oxirkirin.

Hevjîna Serokê Rûmetê ya ÎHD'ê Akin Bîrdal, Gulsen Ulker Bîrdal ber bi rêwitiya xwe ya dawî ve hate oxirkirin.

Hevjîna Serokê Rûmetê ya ÎHD'ê Akin Bîrdal, Gulsen Ulker Bîrdal duh jiyana xwe ji dest dabû. Bîrdal îro ber bi rêwîtiya xwe ya dawî ve hate oxirkirin. Nimêja cenazeyê ya Bîrdal li Mizgefta Şakîrîn a Uskudarê hate kirin û Serokwekîla Koma HDP'ê Pervîn Buldan, Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, Şaredarê Agiriyê Sirri Sakik jî di nav de hezkiriyên Bîrdal tevlî merasîma cenaze bûn. Akin Bîrdal piştî nimêja cenazeyê axivî û got ku ti nexweşîna hevjîna wî tinebû û hevjîna wî ji ber xemginiya komkujiya Enqereyê jiyana xwe ji dest daye.

JI BER XEMGINIYÊ JIYANA XWE JI DEST DA

Bîrdal ji rojnamegeran re wiha axivî: "Êşa me mezin e. Parçeyên bombeyên li Enqereyê li me hemûyan ket. Hê birîna êşek me nayê girtin em êş in din dijîn. Em nikarin şîna xwe jî bigirin. Hevjîna min parêzvana mafên jinan bû. Ti nexweşîna wê tinebû. Ji ber xemginiyê di nav nîv saetê de me ew winda kir."

Cenazeyê Bîrdal, li ser milên jinan li Goristana Karacaahmet hate definkirin.