Grêva Birçîbûnê ya Strasboûrgê di roja duyemîn de ye

Endamên Meclîsa Şengalê li qadeke li ber Konseya Ewropayê (KA) û CPT’yê bi daxuyaniyeke çapemeniyê, li semta Esplanade, li cihekî ku Dêra La Tres-Saînte-Trînîtê ji wan re veqetandî girêva xwe didomînin.

Meclîşa Şengalê ya Dîasporayê bi mebesta ku Komîteya Pêşîlêgir a Êşkeneyê (CPT) ji bo tendirustî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikeve tevgerê û statûya Şengalê were nasîn li Strasboûrgê girêva birçîbûnê ya bê dorlêveber da destpêkirin û girêv kete roja duyê. Endamên Meclîsa Şengalê li qadeke li ber Konseya Ewropayê (KA) û CPT’yê bi daxuyaniyeke çapemeniyê, li semta Esplanade, li cihekî ku Dêra La Tres-Saînte-Trînîtê ji wan re veqetandî girêva xwe didomînin. Hevserokê Meclîsa Dîasporayê Fîkret Îgrek, Beşîr Êzîdî, Kahraman Bedîrxan, Çavreş Hesen, Pêş Îmama Ekrem û Bozo Bacinî ketina girêva birçîbûnê ya bê dorlêveger, 5 Êzîdî û 4 endamên Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) bi mebesta destekdayinê ji bo 5 rojan ketin girêva birçîbûnê.

Diyar bû ku di roja duyê ya girêva birçîbûnê de moralê çalakgeran xurt e, gelek Kurdistaniyên welêt û bajarên derdorê bi mebesta destekdayinê têne cem çalakgeran.

ŞAREDARIYA STRASBOÛRGÊ: EM DESTEKÊ DIDINE DAXWAZA WE

Alîkarê Şaredariya Mezin a Strasboûrgê Mîchele Seîler, ku berpirsê semta Esplanadayê ye û girêva birçîbûnê li wir tê kirin seriyek da çalakgeran. Seîler got ji ber sedemên însanî ew girêva birçîbûnê destek nakin, lê ew heq dikin hemû daxwazên Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê.

Seîler got ew destek didin daxwazên hevdîtinên bi Ocalan re, pêkanîna aştiyê, naskirina statûya Şengalê ya ji hêla Neteweyên Yekbûyî e û diyar kir, hem ew û hem jî rêveberiya Dêrê wê bi çalakgeran re alîkar bin.

JI NÛÇEGIHANÊN FRANSIZ PÊWENDIYEKE ZÊDE

Endamê komîteya amadekar a girêva birçîbûnê Sezaî Uçar ji ANF’ê re axivî û got, ew ê bi gelek nûçegihanên Fransiz re biaxivin. Vê sibehê tv û radyaya France-înfo bi çalakgeran re hevdîtinek kir û têkildarî mebesta girêva birçîbûnê fikira wan stand. France-înfo çend wêneyên çalakiyê jî girtin.

Her wiha tê plankirin ku rojnemeya herîm ezin a xwecih a Alsasê Dernîeres ovuvelles d’Alsace (DNA) û gelek organên medyaya netewî û xwecih îro û sibe bi çalagkeran re biaxivin.

ÛÇAR: ME DAXWAZÊN XWE GIHANDE HEMÛ SAZIYÊN TÊKILDAR

Di çalakiya gireva birçîbûnê de endamê Komîteya rêxistinkirinê Sezaî Ûçar anî ziman ku hemû daxwazên xwe bi awayê dosya di serî de ji bo CPT, AK û Parlementoya Ewropayê (PE) û hemû saziyên navneteweyî yên li bajêr re ragihandine, divê di demekî pir kûrt de bersiva van daxwazan bên dayîn.

Ûçar di heman demê de ji van saziyan daxwaza hevdîtinên bi lezgîn kirin û wiha got: “Bi taybet divê CPT bi lezgîn biçe Gireva Îmraliyê, têkildarî rewş û tendirustiya Ocalan agahiyan parve bike. Fikarên gelê Kurd yên di vê mijarê de tên zanîn divê ev fikar bên derbaskirin.

Ûçar, bal kişand ku divê Neteweyên Yekbûyî (NY) statuya Gelê Şengalê yên ku bi xwe dikarin xwe biparêzin, bi xwe xwe rêxistin dikin û ji bo pêşîlêgirtina qetlîamên nû bê dayîn.

...