Greva Birçîbûnê ya Meclîsa Dîasporaya Şengalê di roja 4’emîn de ye

Greva birçîbûnê ya ku endamên Meclîsa Dîasporaya Şengalê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan bêdem-bêdorveger li Strasboûrgê dabûn destpêkirin, di roja 4’emîn de ye.

Greva birçîbûnê ya ku endamên Meclîsa Dîasporaya Şengalê ji bo di mijara tenduristî û ewlehiya  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tevgerek bi lez çêbibe û di serî de Şengal, statuya Êzîdxanê bê nasîn, bêdem-bêdorveger li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê dabûn destpêkirin, di roja 4’emîn de ye.

Di greva birçîbûnê de ku 23’yê Tebaxê bi daxuyaniyek nivîskî ya li ber Konseya Ewropayê û CPT’ê hate destpêkirin û piştre jî li Dêra La Tres-Sainte-Trinité dewam kir, 11 kes hene ku 4 ji van rêveber û endamên Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) in.

Di 3 rojên destpêkê de li ber avahiya KE û CPT’ê ji hêla komek çalakvanan belavok hatin belavkirin, dîsa komek din jî li navenda bajêr qada katedralê belavok belav kirin û hewl dan hestiyariyekê ava bikin.

LI GELEK QADAN BELAVOK TÊN BELAVKIRIN

Endamê Komîteya Amedekar Sezaî Ûçar têkîldarî mijarê agahî da ANF’ê, got, moralên çalakvanan bilind e. Ûçar, destnîşan kir ku danê sibehê civînên rûtîn li dar dixin û plansaziyan çêdikin, diyar kir ku ji bilî belavokan, bi devkî jî Fransiyan agahdar dikin.

Greva Birçîbûnê ya Meclîsa Dîasporaya Şengalê ji hêla Kurdistaniyên ku li Elmanya û Swîsreyê dimînin, her wiha ji bajarên cuda yên Fransayê ziyaret dikin.

Çalakvanên greva birçîbûnê bi gelek dezgehên medyaya Fransizan re hevdîtinan pêk tînin, rojane jî televîzyon, radyo û rojnameyên Kurdan agahdar dikin.

BI OCALAN RE HEVDÎTINA LEZ Û BEZ, JI ŞENGALÊ RE STATU

Rêveberê Meclîsa Dîasporaya Şengalê daxwaz kirin ku di serî de CPT’e, pêwîst e derhal heyetek ji saziyên navneteweyî biçe Îmraliyê, têkîldarî rewşa Ocalan jî gelê Kurd agahdar bike.

Daxwazek din a çalakiyê jî ew e ku li herêmên ku ji destê çeteyên DAÎŞ’ê bi hewldanên Tevgera Azadiya Kurd hatine rizgarkirin, mafê statu û xweparastinê di qada navneteweyî de bê nasîn.