BI DÎMEN

Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 6. de ye

Greva birçîbûnê ya ji aliyê Meclîsa Diaspora ya Şengalê bê dem û dorveger ya li Strasboûrgê bi armanca naskirina statûya Şengalê di navneteweyî de bê naskirin û bi lezgîn bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin, di roja 6. de ye.

Greva birçîbûnê ya di 23’ê Tebaxê de hatî destpêkirin, rêveberê Meclîsa Dîaspora ya Şengalê bê dorveger beşdar bine, bi armanca piştgiriyê bi her 5 rojan komek beşdar dibe. Di 5 rojên destpêkê de endamên Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) beşdar bibûn, bi armanca piştgirîkirinê komek ji endamên Federasyona Êzidiyên Ewropa îro beşdar bûn.

Hat dîtin ku ji ber germahiya zêde di roja 6. ya çalakiyê de çalakvan bê taqet bibûn, ji aliyê Dr. Fahrettîn Gulşen ve bi awayekî kontrol tên temaşekirin.

Çalakvan îro ji saetên sibehê ve li der dor li gel ciwanan xebatên agahdarkirinê meşandin, kesên ku beşdarî ayînên Dêra La Tres-Saîntê-Trînîte bûn jî belavok belav kirin.

DAXWAZA KU JI RÊVEBERÊ DÊRÊ, SOZA GIHANDINA KE Û CPT’Ê BIKIN

Jî rahîbê ku bi çalakvan re hevdîtin kirin daxwaz hate kirin ku daxwazên wan bigihînin. Çalakvanan ji Rahîp daxwaz kirin ku daxwazên wan bigihînin Konseya Ewropa (KE) û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) ya têkildarî mijarê bi hesyar tevbigerin.

Rahîbê Dêrê, piştgiriya xwe ya ji bo çalakiya wan anî ziman û soz da ku daxwazên wan bigihînin KE û CPT’ê. Rahîp destnîşan kir ku têkildarî mijarê di malpera xwe ya înternetê de rewşa heyî ji bo cemaeta Katolîk a girêdayî wan ragihandiye.

JI MIZGEFTA DIDF Û SAINT AVOLDÊ ZIYARET

Di roja 6.a çalakiyê de jî gelek Kurdistanî û Tirkiyeyî yên ji welatên cûda û derdor hatin çalakvan ziyaret kiirin. Heyetek ji nûnertiya DIDF Strasboûrg û Mizgefta Saînt Avold a Selahadttînê Eyyûbî çalakvan ziyaret kirin, piştgiriya xwe anîn ziman.

WÊ SIBEHÊ BIÇIN CPT’YÊ

Li aliyê din, wê sibehê heyetek ji çalakvanên gireva biçîbûnê biçin CPT’yê, wê têkildarî daxwazên xwe dosyayekê pêşkêş bikin. Endamên heyetê, wê daxwaz bikin ku heyetek biçe Greva Îmaraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û fikarên wan derbas bikin.

Greva birçîbûnê, bi armanca hevdîtin li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê kirin û di qada navneteweyî de statûya Şengalê bê naskirin hatiye lidarxistin.

...