​Girêvên birçîbûnê yên girtiyan ji hikûmetê hate pirskirin

Li 8 girtîgehan girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger didomin. Çelîk ê HDP’yî girêvên birçîbûnê ji wezîr Bozdag pirsî.

Li tevahiya Tirkiyê li girtîgehan girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ji 50’î zêdetir girtiyên siyasî yên girtî û cezaxwarî didome. Girêvê birçîbûnê li Şakranê  35, li Edîrne 26, li Sîncanê 27, li Menmen 15, li Wanê jî kete roja13’an. Li Ermenek û Osmaniye jî girêva birçîbûnê didome.

Li gorî agahiyên ku ji girtîgehan hatin rewşa hin çalakgeran ne baş bûye.
Wekîla HDP’ê ya Mûşê Burcu Çelîk rewş bire rojava Meclîsê. Çelîk têkildarî girêva birçîbûnê ya li 6 girtîgehan bi mebesta ku Wezîrê Dadmendiyê Bekîr Bozdag bibersivîne pirsnameyeke bi 6 pirsan pirsî.
 

Çelîk di pirsnameyê de got nayê qebûlkirin ku dewlet li girtîgehan mafê girtiyan binpê bike û wiha got: ‘’ Dewlet di mijara tendiristiya girtiyan de nikare xwe li pişt tin hincetan veşêre. Divê vî mafî di her şertî de biparêze.’’
PIRS
Çelîk diyar kir di pêvajoya girêva birçîbûnê de jî dewlet ji girtiyan berpirs e û ev pirs kirin: ‘’Beriya ku girtî û cezaxwarî bedena xwe bidin ber mirinê, beriya ku vê biryarê bidin rêveberiya girtîgehê krîz rast bi rê ve biriye? Ji bo rewşa tendiristiyê ya girtiyan çi tevdîr hatine standin? Têkildarî pêvajoyê wezaret bi lezgînî wê çi bike?’’