Gerîla şopdarên Fermandar Rêber in

Endamê Fermandariya Akademiyên Apollo yên HPG'ê Rêber Amed ê di 25'ê Tîrmeha 2015'an de ji ber êrîşa artêşa Tirk jiyana xwe ji dest da, li qadên gerîla bi merasîmeke leşkerî hat bîranîn.

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed li merasîmê axivî û got, "Bi saya têkoşîna gerîlayên şopdarên fermandar Rêber, dewleta Tirk ji hev dikeve."

Endamê Fermandariya Akademiyên Şehîd Mahîr ên ser bi Akademiyên Apollo yên HPG'ê Mehmet Şah Yildenîz (Rêber Amed), ku di 25'ê Tîrmeha par de ji ber êrîşa dewleta Tirk li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke leşkerî hat bîranîn. Di merasîmê de Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed, ji fermandarên HPG'ê Sadûn Sûrûç, ji endamên Fermandariya Akademiyên Apollo Pelşîn Koçgirî, Nuveyla Sîverek, Sîpan Malazgîrt û gelek gerîla amade bûn.

Delal Amed li merasîmê axivî û anî ziman ku Rêber Amed fermandarekî zû xwe gihandibû. Amed da xuyakirin, ku gerîla îro şopdarên Rêber in û bi saya têkoşîna wan, dewleta Tirk îro ji hev dikeve. Delal Amed got, "25'ê Tîrmehê roja şehadeta hevalê Şehîd Rêber Amed e. Bi vê wesîleyê, di şexsê hevalê Şehîd Rêber de em hemû şehîdên pêngavê bibîr tînin û li ber têkoşîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Hevalê Rêber hem li Şehîd Mahîr bû sembol, hem jî di profesyonelbûna HPG'ê de bû fermandarekî pêşeng. Û fermandarî ji vî karê profesyonelî re kir. Hevalê Rêber di nava têkoşîna me de xwedî cihekî mezin e. Ji bo li dijî komploya navneteweyî derkeve, tevlî nava refên gerîla bû û di demeke kurt de bû fermandar. Li yek ji herêmên herî zehmet ê têkoşîna me li Eyaleta Amedê bû fermandar. Piştre hat Herêmên Parastinê yên Medyayê û ji bo profesyonelbûna gerîla li Akademiyên Şehîd Mahîr bû fermandar. Lewma di nava têkoşîna me de xwedî cihekî watedar û girîng e."

TÊKOŞÎNA ME BÊ EMAN DEWAM DIKE

Amed bibîr xist, ku artêşa Tirk bi êrîşên berfireh ên di 24'ê Tîrmehê de destpê kir re xwest gerîla biqedîne û got, "Li gorî vê planê, bombe li tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji şeva 24'ê Tîrmehê û vir ve gelek hevalên me yên leheng şehîd ketin. Di êrîşên 24-25'ê Tîrmehê de hevalên Rêber Apo, Şervan û Dijwar weke fermandar şehîd ketin. Ji bo bîranînên şehîdên xwe bidin jiyîn, weke tevger me dest bi pêngaveke nû kirin. Ji par û vir ve me pêngaveke ku xweseriya demokratîk li Kurdistanê dafirîne û azadiya Rêberê me misoger dike, da destpêkirin.

Di vê pêngavê de me heta roja îro gelek berdêlên leheng dan, lê têkoşîna me bi rengekî bê eman dewam dike. Di serî de li çiyayên Kurdistanê û bajarê Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Şirnexê, hemû bajar veguherîn qada berxwedanê. Ev berxwedan heta roja îro bi biryardarî dewam dike. Gelê Kurd wê xweseriya demokratîk pêk bîne û Rêber Apo azad bike."

BI SAYA TÊKOŞÎNA ME, DEWLET JI HEV DIKEVE

Delal Amed di dewama axaftina xwe de got, "Bêguman li hemberî têkoşîna bê eman a tevgera me, hikûmeta AKP'ê gelekî tengav bûye. Wekî din di navbera dewleta Tirk de nakokî derketin holê. Herî dawî hewldana darbeyê rû da. Ev jî nîşan dide ku di nava dewletê de nakokiyên giran hene û dewlet ji hev dikeve. Bêguman ev yek ji pêngava me ya di 24'ê Tîrmehê de dan destpêkirin, serbixwe nîne. Lewma divê em têkoşîna xwe bigihînin asta serketinê. Derfet ji her demê bêhtir hene. Lewma weke hêzên HPG û YJA Starê em şopdarên Rêber, Şervan û Dijwaran e û em ê vê pêngavê bi ser bixînin. Hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk wê hilweşin, li Kurdistanê wê xweserî pêk were û Rêber Apo azad bibe. Hêzên me ji her demê bêhtir amade ne."

...