Gelo Eûtelsat şaxek RTUK’ê ya Ewropayê ye?

Hate fêmkirin ku dezgeha bi navê Eûtelsatê ya ku ji şîrketa Hobîrdê xwest ku qenala Med Nûçe TV demildest bê girtin, bi dewleta Tirk û Erdogan re di nav têkîliyên qirêj de ye.

Roja ku li Tirkiyeyê 12 qenalên TV û 11 radyo bi Biryarnameya Di Hikumê Qanûnê de (KHK) hatin girtin, biryarnameyek heman ji hêla dezgeha bi navê Eûtelsatê jî bi daxwaza girtina Med Nûçeyê hate şandin.

Îro temaşevanên Med Nûçe TV bi çalakiya xwe ya li ber navenda Eûtelsat a li Parîsê ev têkîliya qirêj a mabeyna rêveberiya dewleta Tirk û Eûtelsatê derxistin holê. Cîgirê Midûrê Giştî yê Eûtelsatê ku neçar ma heyetekê ji çalakgeran qebûl bike, diyar kir ku biryara xwe ya girtina Med Nûçeyê li ser esasê nivîsek ji RTUK’ê dane. Li ser pirsên heyetê jî rayedarê Eûtelsatê ji neçarî îtîraf kir ku bi RTUK’ê re hevkar dixebitin û daxwazên wan esas digirin.

Li ser van daxuyaniyan, di serî de Fransa, temaşevanên Med Nûçeyê yên li Ewropayê, bi armanca protestokirina hevkariya Eûtelsat û dewleta Tirk kampanyayek berfireh dan destpêkirin.