ANALÎZ

Gelo Amerîka ji bo vekirina buroyên ENKS’ê ji Îbrahîm Biro re çi got?

Bi ya me êdî dem hatiye ku gelê Kurd ji van kesên ku dibêjin 'em siyasetmedar in' lê di rastiya xwe de hevkariya dijminên Kurdan dikin, xilas bibin.

Her ku diçe di lawazbûna ENKS’ê de rist û rastiya rêveberên ENKS’ê yên derveyê Rojava yên wek e Îbrahîm Biro, Abîd Hekîm Beşar û Fuat Alîko zêdetir tê dîtin. Ev yek jî di nava partiyên ENKS’ê û alîgirên wê de, rê li ber nerihetî û nakokiyan vedike. Yek ji van jî derbarê girtina Buroyên ENKS’ê de, daxwaza Îbrahîm Biro yê ji Amerîkayê ye.  Piştî daxwaza wî gelo Amerîka çi bersiv da Îbrahîm Biro û çima Biro vê bersivê ji rayagiştî û alîgirên ENKS’ê diveşêre. 

Eger di polîtîkaya ENKS’ê ya 6 salên dawî ya Rojava de ti serketin nebe, hêza gel a heyî jî hatibe winda kirin û li ser şoreşa Rojava zimaneke dijber û dijminahî hatibe bikaranîn û di encama de binketinek hebe (ku di rastiyê de jî ew e) rista herî mezin yek jê ya Îbrahîm Biro ye. Bi têkiliyên xwe yên bi dewletên dijî Kurdan re, polîtîkaya çewt û bi derewên xwe zirara herî mezin dide civaka Kurd. Piştî Rêveberiya Xweser daxuyanî da û diyar kir ku divê partî û saziyên bê rûxsat, rûxsetê bigirin û fermî bixebitin, ENKS’ê ev yekê qebûl nekir û di encamê de buroyên wan ên li bajaran hatin girtin. 

Her çiqas piraniya rêveber û alîgirên partiyên di nava ENKS’ê de yên wek e PDKS û Yekitî dixwazin ruxset were standin û xebatên xwe fermî bimeşînin jî, hin rêveberên wek Îbrahîm Biro, Hekîm Beşar, Fuat Elîko yên ku li derveyê Rojava dijîn, qebûl nekirin ku ruxset werin standin û kar û xebatên ENKS’ê ya li Rojava fermî werin meşandin. Sedema vê yekê jî ew e ku berjewendiyên xwe yên kes diparêzin. Baş dizanin ku eger ENKS xebatên xwe bi awayek fermî li Rojava bimeşîne, siyasetmedarên li Rojava wê derkevin pêş û ti rist û girîngiya wan bi xwe ya li derveyê Rojava namîne. Ji xwe kesên wek e Îbrahîm Biro, Hekim Beşar û Fuat Elîko, ne mimkûne ku bi vê halê xwe yê rûreş ku li dijî nirxên şoreşê û bi wan têkiliyên xwe yên qirêj (em naxwazin wan vekin) êdî nikarin werin Rojava. 

Îbrahîm Biro ji bo Buroyên ENKS’ê yên hatine girtin dibêje: “Me ji Amerîka re gotiye em ê van buroyan vekin.” Lê hîle û derewa Îbrahîm Biro di vir de ew e ku nabêje Amerîka çi bersiv daye wan! Bersiva Amerîka çi ye em li vir jê re bêjin. Ne tenê ev em wê derewekê wî ya din jî eşkere bikin.  Yek ; Ew kesên ku Îbrahîm Biro dibêje me ji wan re gotiye (Amerîkî) “Em ê buroyan  vekin” ev bersiv li Îbrahîm Biro vegerandine: “Ti eleqeya me bi vê meseleyî re tine. Ya herî baş ew e ku hûn rûxset bigirin û fermî bixebitin. Rûxset negirtina we şaş e. Em ti mesuliyetê di vê mijarê de qebûl nakin.  Hûn ji derveyê qanûnê tevbigerin, buroyê vekin û di vê mijarê de girtina kesan çêbibe ji me re ti raporan nehildin.”  

Îbrahîm Biro vê rastiyê diveşêre û vê bersiva jê re hatî dayîn ji rayagiştî û ji alîgirên ENKS’ê re parve nake. 

Derewa duyemîn a Îbrahîm Biro jî derbarê çûyîna wan a Amerîka ya du meh berê ye. Îbrahîm Biro û  Hekîm Beşar ji raya giştî re parve kirin ku heyeta wan a çûyî Amerîka derbasî Kongreya mezin a Amerîka bûne û beşdarbûna wan a civînan çêbûye. Lê di rastiya xwe de ev kes neketine kongreyê, beşdarî ti rûniştinan nebûne û dosyaya ku dixwestin radestê parlementeran bikin, ji ber ku ev dosya bi YPG’ê ve girêdayî bûn ji destê wan nehate girtin. Biro û heyeta wî di beşa bêhnvedana salonê de rûniştine. Vî cihî  weke nava kongreyê nîşan dan û bi vê awayî xwest bi her kesî bide bawerkirin ku Amerîkiyan wan vexwendiye kongreyê. Em naxwazin der barê çûna wan a Amerîkayê, hevdîtinên wan mijarên ku xwestin bînin rojevê û bersivê ji wan re hatî dayîn parve bikin. Feqet eger ev rastî ji hêla Îbrahîm Biro ve were înkarkirin, em dikarin bi tefesil û îspat rastiya heyî eşkere bikin. Lê divê êdî durûtiya van kesan û siyaseta wan a binketî ji aliyê kesên ku dibêjin 'em Kurd in û li pey doza Kurd û Kurdistanê ne' ve were dîtin.  

Bi ya me êdî dem hatiye ku gelê Kurd ji van kesên ku dibêjin 'em siyasetmedar in' lê di rastiya xwe de hevkariya dijminên Kurdan dikin, xilas bibin.