Gelek rewşenbîran hikûmet hişyar kir

Gelek rewşenbîr têkildarî tiştên ku piştî hewldana darbeyê hatin kirin, bi daxuyaniyeke nivîskî hikûmet hişyar kirin.

Di nav wan de Baskin Oran, Ahmet Însel, Riza Türmen, Umît Kivanç, Ayşegul Devecîoglû, Oya Baydar û Gencay Gursoy gelek rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, hiqûqnas û rojnamevanên navdar ên Tirkiyê têkildarî tiştên ku piştî hewldana darbeyê bûyîn daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di metnê de ku hedefa wê desthilardariya siyasî ye, amaje bi nehiqûqiyên piştî hewldana darbeyê hate kirin û di hinek aliyan de hişyarî da hikûmetê.

Di metnê de, ku ji hêla rewşenbîran ve hatibû îmzekirin ev hatin gotin:

‘’Welatê me, bi hewldana darbeyê re hevrû bû ku di encamê de bi sedan hemwelatiyen me mirin. Têkildarî cizakirina sûcdaran a bi awayekî ku heq dikin, pêşîlêgirtina rêxistinbûyina nav dewletê, tevdîrên bi armanca ku careke din buyerên bi vî rengî neyên jiyîn, lihevkirineke berfireh a civakî heye. Vê rewşê, ji her demê girîngtir kiriye ku di maweya pêvajoya hiqûqî de, norm û rêgezên hiqûqî bi distûran werin parastin.’’

Di daxuyniyê de her wiha hate gotin, divê Rewşa Awarete ji bilî derxistina holê ya kirdeyên darbeyê û plangerên wê û radestkirina wan a ber deste dadmendiyê divê bi armanceke dî neyê bikaranîn, kêlî beriya kêliyekê divê dawî li rawestandina heqên destûra bingehîn were.

ÎMZEVAN

Ahmet Însel, Ahmet Şik, Akin Atalay, Aydin Selcen, Ayşe Erzan, Ayşegul Devecîoglû, Baskin Oran, Bûrhan Şenatalar, Bînnaz Toprak, Dogan Bermek, Erdogan Aydin, Ezgî Başaran, Fîkret Îlkîz, Gençay Gursoy, Gulseren Onanç, Halûk Înanici, Hakan Altinay, Hulya Gulbahar, Hunsu Ondul, Îbrahim Kaboglû, Kadrî Gursel, Koray Çalışkan, Mehmet Guleryuz, Nesrîn Nas, Orhan Sîlîer, Osman Kavala, Oya Baydar, Omer Farûk Gergerlioglû, Riza Turmen, Şanar Yurdatapan, Tahsin Yeşildere, Temel İskit, Umit Kivanç.