Garo Paylan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da

Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan, têkildarî zordariya li Meclîsê lê hat kirin û cezayê lê hat birîn serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.

Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan, li ser cezayê neheq ê lê hatiye birîn serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.

Paylan li ser mijarê daxuyaniyek da û got, "Roja 13. Çileyê, dema ez li ser xala 11. a pêşniyara guhertina destûra bingehîn daxivîm, ji ber ku min gotina 'qirkirinê' bi kar anî, axaftina min hat birîn. Tevî ku beriya niha min gelek caran ev gotin bi kar anî bû jî, parlamenterên li Civata Giştî vê carê rabûn, gotin avêtin min û Cîgirê Serokê Meclîsê Ahmet Aydin jî bi rengekî vekirî helwesteke alîgir nîşan da û mafê min ê axaftinê ji destê min girt."

Paylan da xuyakirin, ku ev yek hem binpêkirina Destûra Bingehîn e hem jî binpêkirina azadiay raman û destnedana mafê axaftina li Meclîsê ye.

Paylan bibîr xist, ku Cîgirê Serokê Meclîsê di heman demê de biryar da ku gotina 'qirkirinê' ji rapora li ser axaftinên li civata giştî were derxistin û ceza lê hat birîn ku 3 rûniştinên qanûndanînê nebe.

Paylan ji bo betalkirina vî cezayî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn û Serokatiya Meclîsê da.