Fîşek avêtin hewşa bêhnstendinê ya girtiyan!

Li Girtîgeha Elbîstanê fîşek avêtin hewşa bêhnstendinê ya girtiyan.

Girtiyê siyasî Kemal Demîrbaş ê ku di Girtîgeha Tîpa E a Elbistanê de bû di hevdîtina rû bi rû ya bi malbata xwe re diyar kir ku bi fîşekê gefa mirinê li wî hatiye xwarin. Kemal Demîrbaş ji malbata xwe re ragihand ku hefteya borî derveyî saetên mesaiyê hinek kesan gelek fîşekên demançeyê avêtine hewşa bêhstendinê ya odeya ku ew tê de bûne, hinek fîşek li ser ban mane û hinek jê jî ketine hewşa bêhstendinê ya girtiyan. Demîrbaş diyar kir wî fîşeka demançeyê biriye ji midûrê girtîgehê re û pirsiye wateya vî tiştî çi ye, midûr jî ragihandiye ku leşkeran ev tişt kiriye. Demîrbaş ji malbata xwe re ragihand ku gefa mirinê li wî tê xwarin.

Xwişka wî Zelîha Demîrbaş a ku bi wî re hevdîtina rû bi rû kiribû, fikarên xwe anî ziman û xwest Komeleya Mafên Mirovan û saziyên hiqûqê biçin girtîgehê û li ser bûyerê lêkolînê bikin. Demîrbaş diyar kir par jî li heman girtîgehê gardiyanan gef li birayê wê xwarine û wan bi daxwaznameyê serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê dane.