Fîlmê 'Kobanê' wê li Çira TV, Ronahî TV, Stêrk TV û Jin TV bê weşandin -NÛ BÛ

Fîlmê 'Kobanê' ku qala berxwedana dîrokî ya Kobanê dike, wê sibe di salvegera rizgarkirina Kobanê de li Çira TV, Stêrk TV û Ronahî TV bê weşandin. Piştî bi rojekê jî wê li Medya Haber TV û Jin TV bê weşandin.

Fîlmê 'Kobanê' di salvegera 8'emîn a rizgarkirina Kobanê de wê li televîzyonan bê weşandin.

Fîlm wê 26'ê Çileyê bi dema Kurdistanê saet di 19:30 li Çira TV, 20:00 li Stêrk TV û saet di 21:00 li Ronahî TV bê weşandin.

27'ê Çileyê bi dema Kurdistanê wê saet di 21:00 de li Jin TV bê weşandin.

Fîlmê Kobanê ku 2 saet û nîvan dewam dike, li bajarên Reqa, Tebqa, Qamişlo, Rimêlan û Hesekê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li paytexta Almanyayê Berlînê, bajarên Dresden, Kiel, Koln, Mannheim, Essen, Saarbrucken, Bochum, Leverkusen ên Almanyayê û bajarê Marseille yê Fransayê hatibû nîşandan.

Fîlmê ku Ozlem Yaşar derhênera wê ye, ji aliyê Komîna Fîlman a Rojava û Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) ve di sala 2021'ê de hate amadekirin.