Fikrê Abdullah Ocalan ji bo sosyalîzmê rêyeke nû ye

Paolo Zammori ragihand ku fikrê konfederalîzma demokratîk ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêyeke nû ye ji bo sosyalîzmê û got, ev fikir bandorê li çep a cîhana Rojava jî dike.

Şaredarê berê yê Bajarê Fîlattîera yê Îtalyayê ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 'welatîbûna rûmetê' dabû, sala 1999'an piştî hevdîtina 2 saetan a li Romayê ya bi Abdullah Ocalan re, salên dûr û dirêj li ser pirsgirêka Kurd û fikrê Konfederalîzma Demokratîk kar kir û vî karê xwe hîn jî dewam dike.

Zammori di serdana xwe de ya li Şengalê ji ANF'ê re axivî.

Zammori diyar kir ku cara yekê li Romayê di hevdîtina bi Abdullah Ocalan re wî fikra konfederalîzmê bihîst û ji bo fêhm bike pê da dubarekirin û got, piştre Rêberê Gelê Kurd li girtîgehê ev fikrê xwe kûrtir kir.

Zammori destnîşan kir ku vî fikrê Abdullah Ocalan bandor li çep a cîhana Rojava kir û anî ziman ku konfederalîzm ji bo sosyalîzm û edaleta civakî rêyeke nû ye.

Zammori ragihand, ku Abdullah Ocalan teorîsyenekî mezin e û diyar kir ku ew bi xwe jî hewl dide li Îtalyayê fikrê konfederalîzmê belav bike.

Zammori her wiha anî ziman ku rewşa li Şengalê cihê fikaran e, ji roja ku hatiye bi balafirên bêmirov êrîş tê kirin, bendên kontrolê yên li dora Şengalê zêde bûne û got, li hemberî vê yekê, Şengalî di mijara îdeolojiya konfederalîzmê de hîn bêhtir qanih bûne.

Zammori nerazîbûn nîşanî PDK û hikumeta Tirk da û got, "PKK'ê û Abdullah Ocalan hînî me kir ku divê em xwe biparêzin, nabe ku em ji hinekî din bixwazin ku me biparêzin."

Zammori destnîşan kir ku tiştên li vê derê dîtiye, dema vegeriya Îtalyayê wê ji gel û rayedaran re vebêje.