FGD: Dewlet dixwaze hêzên me parçe bike

Federasyona Gelan a Demokratîk (FGD) têkildarî êrîşa binçavkirinê ya li dijî FGD û rojanmeya Halkin Gunluğu ya navenda wan li Stenbolê ye, pêk hat de daxuyaniyek nivîskî da.

Federasyona Gelan a Demokratîk (FGD) têkildarî êrîşa binçavkirinê ya li dijî FGD û rojanmeya Halkin Gunluğu ya navenda wan li Stenbolê ye, pêk hat de daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hikûmeta AKP’ê ketiye nava tirsek mezin û wiha hate gotin: 

EMÊ SERÎ NETEWÎNIN

“Bi nûçeyên derewîn yên ku polêsan amadekirine, daxwaza têkoşîna rêxistina gelan û têkoşîna gelan a demokratîk wek ‘der qanûnî’ tên nîşan dan. Ev hewldanên we valane.  Hun li hemberî gel zêde zêde teşîr bûne. Kes bi derewên we ne bawer e. Hun dibêjin qey em li dijî dizî, xesp, talan û nelêrêtiya we bêdeng bimînin? 

Me li dijî êrîşên we duh serî netewand emê îro jî netewînin. FGD wê jiyana xwe ya polîtîk bidomîne. Êrîşên di hefteya dawî li dijî FGD’ê û SDP’ê pêk hatine bi qasî ku li hember daxwaza rêxistinkirî ya gel pêk hatiye dijî têkoŞîna saziyên demokrat û şoreşger jî pêk hatiye. Ev êrîş li dijî serkeftina HDP’ê pêk hatiye. Em li dijî van êrîşên faşîzan banga mezinkirina têkoşînê dikin.”