BI DÎMEN

Ferhat Encu: Wê nikaribin îradeya me dîl bigirin

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu, ku ji aliyê dewleta Tirk ve dîl hatiye girtin, ji Girtîgeha Kandirayê peyamek şand. Encu got, "Van biryarên siyasî heta niha nikarîbûn bi me û wê ji niha û pê ve jî nikaribin îradeya me dîl bigirin."

Di operasyonên qirkirina siyasî de Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu hatibû girtin û 104 rojan di girtîgehê de mabû. Roja Çarşema bihurî hatibû berdan û li ser îtiraza dozger carek din hatibû binçavkirin û girtin. Encu li girtîgeha Kandirayê peyamek şand.

Ferhat Encu bi rêya parêzerê xwe, ev peyam şand:

"Hejmara wan gelekî kêm jî be, hê hin dadgerên ku biryarên hiqûqî didin, man e. Lê belê hin dadger bi binpêkirina hiqûqê re van biryaran betal dikin. Biryara Dadgeha Cezayê Giran a 2. a Şirnexê ji aliyê 1. Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê ve tê betalkirin. Bi vê yekê re hiqûq û edalet fedayî zexta siyasî hat kirin. Vê biryara sosret, baweriya bi dadgeriyê careke din ji holê rakir. Ji bo dîtina gelê xwe û malbata xwe, min berê xwe da Botanê. Lê çawa ku ji balafirê peya bûm, berî ku bihêlin kesekî bibînim, bi lez û bez ez binçavkirin û dadgeyê jî yekser biryara girtina min da. Gelekî eşkere ye ku ev yek di çarçoveya fermanekê de hatiye kirin.

Van biryarên siyasî heta niha nikarîbûn bi me û wê ji niha û pê ve jî nikaribin îradeya me dîl bigirin. Daxwaza me ya têkoşînê û motîvasyona me qat bi qat mezin dibe. Em ê bi teqezî  bi ser bikevin. Rojên we bi Xêr be."

DÎMENÊN BINÇAVKIRINÊ

Di vê navberê de dîmenên binçavkirina Ferhat Encu derket. Polîsên Tirk rê nedan Encu nîşana serkeftinê bilind bike û xistin hundirê wesayîta zirxî. Encu dama xistin wesayîtê dirûşma ‘Berxwedan Jiyana’ qîr kir.