FEDA: Dengek dikare dîktatorekî bixîne; em piştgiriyê bidin HDP'ê

FEDA, bang li derdorên demokratîk û Elewiyan kir ku dengên xwe bidin HDP'ê.

FEDA, bang li derdorên demokratîk û Elewiyan kir ku dengên xwe bidin HDP'ê.

Federasyona Demokratîk a Elewiyan a Ewropa (FEDA), bang li derdorên demokratîk û Elewiyan kir ku 1’ê Mijdarê piştgiriyê bidin HDP’ê.

FEDA di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: "Ji Kerbela heta niha ev pevçûna di navbera mirovatiyê û dijminên mirovatiyê de timî dewam kir. Muaviye li Kerbela di şexsê Huseyin de ji dîrokê heta niha di bîra mirovatiyê de wek qatilekî tê zanîn. Huseyin jî navekî sembol e di bîra mirovatiyê de bi navê baweriyekê li hember sultantî, zilm û nemerdiya Muaviye ku li ber xwe dide, serî natewîne û serî rakiriye.”

'RÊYA RAWESTANDINA DÎKTATORİYÊ, PAŞDE GAV NEAVÊTINE'

Di dewama daxuyaniyê de Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û AKP hat qestkirin û wiha hat gotin: "Mirovatî careke din bi qatilên wek Muaviye û Nemrûd re rû bi rû ye.”

 FEDA wiha dewam kir: "(...) Vê carê bi qatilê Muaviyeyê Qesrê re rû bi rû ye. Ya wê ji vî qatil û dîktatorî re bê gotin, ‘raweste’ rêyeke aştî, biratî û azadiyê bê ronîkirin û rêyeke nû bê dîtin an jî wê mirov bikevin vê tarîtiyê.

Rêya mirov ji vî dîktatorî re bêje 'raweste' ev e ku bêyî gav paşde bê avêtin, bêyî mirov bikeve nav gumanan, bi biryar bi îradeyeke ji pola li ser piyan di 1’ê Mijdarê de ji bo hesabê şehîdên me yên demokrasî, azadî û aştiyê bê pirsîn çûna ser sindoqan e”

Ji bo 1’ê Mijdarê hesab ji qatilê Qesrê bê pirsîn;

Di serî de canên me yên kizilbaş ên Elewî yên demokratîk ji bo tol û hesabê Kerbela, Dêrsim, Mereş, Sêwas, Çorûm û Gazî û herî dawî komkujiya Enqereyê bê pirsîn biçin ser sindoqên hilbijartinê û xwedî li dengên xwe derkevin.

Kizilbaşên Elewî demokratîk ên li Kurdistan, Tirkiye û Ewropa ji bo hesab ji van qatilan bipirsin, pêwîst e, mutleq 1’ê Mijdarê dengên xwe bi kar bînin. Dengek dikare qatil û dîktoran bixîne. Bi vê bawerî û ruhî divê biçin ser sindoqan.

Ji bo xerakirina vê lîstika derbekar û komploger a Qesrê, hê bi biryar bin."

'EGER ZILMA QESRÊ HEBE...'

FEDA got: "Eger zilma qesrê hebe; îro HDP’a Elewiyan, Kizilbaşan, Kurdan, Ermeniyan, Suryaniyan, Tirkan û tevayî miirovatiyê heye”  û ji bo aştî, xwişk-biratî û azadiyê deng ji bo HDP’ê xwest.