Fatîh Sayan û ekîba wî xwe ji kuştinan re hazir dikirin

Yenî Ozgur Polîtîka xwe gihande belgeyên tîma siûqastê ku MÎT a Tirk şandibû Ewropayê. Nîşeyên ku tîma siûqastê ya girêdayî îstîxbarata Tirk li Bremenê girtin, nîşan didin ku xwe ji xebatên operasyonê re hazir kirine.

Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê xwe gihande belgeyên tîma siûqastê ya girêdayî îstîxbara Tirk ku bo bo kuştinan şandibûn . Wek ku tê zanîn Polîsên Elman bi sedema ku ‘’Girêdayî îstîxbarata Tirk xebatên dijî Kurd dikin’’ û ‘’tiryakê û çekan berhev dikin’’ bi ser çeteyên Osmanen Germanîayê de operasyonek anîbû û piştre jî Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) têkildarî tîmên siûqastê yên ku dewleta Tirk şandibû, hin agahî bi daxwiyaniyekê par ve kiribûn. 

Mehmet Fatîh Sayan ku bi dilqê nûçegihanê Denge Tv hatibû Ewropa û ev nasname bi kar dianî, zilamê Îstîxbarata Tirk e ku bi bi saziyên Kurd, siyasetmedar û nûçegihanan re roportaj dikir û nîşe digirtin.

XWE GIHANDIYE HER KESÎ

Hevjîna berê ya Mehmet Fatîh Sayan belgeyên zilamê MÎT a Tirk gihande Yenî Ozgur Polîtîkayê û (saziyên têkildar ên Elman). Di van belgeyan de diyar dibe ku Mehmet Fatîh Sayan bi mebesta ku li Bremenê têkildarî Kurdan agahiyan berhev bike hatiye peywirdarkirin, di nav belgeyan de nîşeyên Fatîh Sayan hene, ku Sayan girêdayî Konsolosxaneya Tirk a Berlînê ye lê bi dilqê nûçegihanê Denge TV dixebite.

Di nav nîşaneyan de diyar dibe ku bi taybetî li ser saziyên Kurd ên Bremenê nîşe hatine girtin, diyalogên têkildarî siyasetmedar û nûçegihanan, agahiyên têkildarî hin çalakiyan hene. Di nîşeyan de diyar dibe ku Sayan bi taybetî jî Hevserokê KCKDK-E Yuksel Koç şopandiye, xwestiye ku têkiliyê pê re deyne û her wiha agahiyê têkildarî Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, Hevseroka NAV-DEM’ê Fatoş Goksungur û Bahattin Dogan di nîşeyan de hene.

NÎŞE

Di hinek ji van nîşeyan de li ser Yuksel Koç wiha tê gotin, ‘’Agihiyên ku Yuksel (Koç) standî ku ne pêbawer bûne, di Yenî Ozgur Polîtîkayê de nedibû nûçe. Yuksel daxwiyanî nedida wir’’

Fatîh Sayan di nîşeyeke xwe de diyar dike ku komeleya Bremê bi îdîaya ‘siûqasta li siyasetmedaran’’ li hev ketiye.

Di nîşeyeke dî de wiha dibêje, ‘’Niha xebatkarên rêxistinê yên li Bremenê ketine alarmê’’

Di nîşeyeke dî de (ku diyar e sîxûr Sayan ne çavdêrekî zîrek e û li gorî agahiyê şaş diçe, ji ber ku Koç ji Hevseroktiya NAV-DEM’ê derbas dibe û weke Hevseroka KCDK-E’yê tê hilbijartin) dibêje, ‘’Weke ku me texmîn dikir Yuksel Koç vekişiya. Yuksek wê êdî bi malbat û zarokên xwe re têkildar bibe. Kurê wê dizewice’’

Di nîşeyeke dî de li ser Hevseroka NAV-DEM’ê Fatoş Goksungur wiha tê gotin: ‘’K û S, behsa şefê polîsan ê Elman ji min re kirin ku Yuksel Koç bi wan re di nav têkiliyê de bû. Bêyî ku pê derbixe min wêne girt.’’

Hevjîna berê ya Sayan têkildarî sîxûr Fatîh Sayan agahiyan dide û dibêje di serî de dixwest xwe bigihîne Yuksel Koç, Remzî Kartal û siyasetmedarên dî yê Kurd û plansaziya cinayetê dikir. C.E wiha dibêje, ‘’Ev şexs ango Mehmet Fatîh Sayan têkildarî

siyasetmedarên Kurd û saziyan agahî didane hev. Wî teklîfî min kir ku ez jî pê re bixebitim. Gote min, mehê 5 hezar Euro wê bikevin destê te. Piştî ev mesele ji min re vegot, min biryar da ku zewaca xwe bi dawî bikim.’’

...