Faşîzma AKP'ê li Sydneyê hate şermezarkirin

Kurdistaniyên li Sydneyê dijîn, faşîzma AKP'ê şermezar kirin û banga mezinkirina rêxistiniyê kirin.

Kurdistaniyên li bajarê Sydney ê Awûstralyayê dijîn, li dijî faşîzma AKP/Qesrê daketin qadan.

Di çalakiyê de binçavkirina hevşaredaran, girtina saziyên çapemeniya azad û êrîşên qirkirinê hatin şermezarkirin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Ronahî Xendîl li qada çalakiyê axivî û got, "Divê em li dijî konsepta şerê qirêj ê Erdogan û dewleta Tirk, hê xurt bin. Em çiqasî xurt û rêxistinbûyî bin, em ê vê konsepta qirêj zûtir pûç bikin."

Nûnerê KNK'ê yê Sydneyê Îsmet Taştan jî bal kişand ser kiryarên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk û banga mezinkirina berxwedanê kir.

Di dema çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Em ê rê nedin faşîzma Erdogan" hatin qîrîn.