FARC: Em dixwazin tevî YPG/YPJ'ê li dijî DAIŞ'ê şer bikin

Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) da xuyakirin, ku ew dixwazin derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin û tevî YPG/YPJ'ê li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê şer bikin.

Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) da xuyakirin, ku ew dixwazin derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin û tevî YPG/YPJ'ê li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê şer bikin.

Li gorî nûçeyan Spûtnîkê, Fermandara FARC'ê Alexandra Narîno eşkere kir, ku ew dixwazin tevî şervanên YPG/YPJ'ê li Rojavayê Kurdistanê li dijî terorîstên DAIŞ'ê şer bkiin.

Narîno bal kişand ser muzakereyên wan ên li gel hikûmeta Kolombiyayê li Kubayê dewam dikin û destnîşan kir, eger ev muzakere biçin serî ew ê bi alîkariya hikûmetê xwe bigihînin Rojavayê Kurdistanê.

Fermandar Narîno her wiha ragihand, ew bi şervanên YPG/YPJ'ê re di nava têkiliyê de ne.