‘Ewlehiya canê ti kesên ku ji bo rapirsîna RedHackê hatine binçavkirin nîne’
Parêzer Firat Dûrak got ku ewlehiya canê 4 kesên ku di çarçoveya rapirsîna RedHackê de hatin girtin nîne.
Parêzer Firat Dûrak got ku ewlehiya canê 4 kesên ku di çarçoveya rapirsîna RedHackê de hatin girtin nîne.
Piştî RedHackê da xuyakirin ku hesabê maîlê yê Wezîrê Gihandinê yê Tirk û zevayê Erdogan Berat Albayrak bi dest xistine, li Stenbolê Taylan Kûlaçoglû hate binçavkirin. Kûlaçoglû yê berê jî ji heman rapirsînê 2 caran hatibû binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.
Bi Kûlaçoglû re Ekîn Baykal, Abîdîn Çelîk û Ûgûr Cîhan Okûtûlmûş jî hatin binçavkirin.
4 kes li Midûriyeta Şaxa Organîze ya Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê têne ragirtin. Parêzer Firat Dûrak ê nikare muwekîlê xwe bibîne got; “Em fikar in ku tevahî hevalên di çarçoveya rapirsîna RedHackê de hatin binçavkirin, ewlehiya canê wan nîne û di bin êşkenceyê de ne.”