Esad: Çekên kîmyewî ji Tirkiyeyê tê girtin!

Serokê Dewleta Sûriyeyê Esad, diyar kir ku komên terorîst ên li welatê wan çekên kîmyewî ji Tirkiyeyê digire.

Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşer Esad, diyar kir ku ji sedî sed bawer dike ku komên terorîst ên li welatê wan, li gel piştgirîya malî û leşkerî, çekên kîmyawî rasterast ji Tirkiyeyê digirin.

Esad ê ku ji Spûknîkê re axivî got: “Di vî warî de delîlên me hene ku ji Tirkiyeyê tê girtin. Beşek ji van beriya çend salan li ser înternetê hatibûn belavkirin û kifş bibûn. Li Tirkiyeyê gelek alî û parlemeter têkildarî van îdîayan ji hikûmetê hesap xwestibûn. Bi xwezayî tiştekî veşartî heye.

Esad got: “Ji derveyî ji aliyê bakur ve anîna wan, ti şensê din nîne. Bi xwezayî ji sedê sed ji Tirkiyeyê digirin.”

‘TIRKIYE DAGIRKER E’

Esad, ‘Operasyona Kalkana Firat’ a ku Tirkiyeyê ber bi felaketekê ve bir weke hêzekî dargirker bi nav kir, diyar kir ku ev pêkanîn ‘Ji pêkanînên terorê ne cuda ne’. Serok Dewletê Sûriyeyê Tirkiye bê ku erkirina Şam û NY’ê bigire, Tirkiye hiqûqa navneteweyî îxlal kiriye got: “Heyîna Tirkiyeyê ya li ser xaka Sûriyeyê ti ferqa wê ji hêzên din ên terorîst cudatir nîne.”

EV NE CARA DESTPÊKÊ YE

Esad destnîşan kir ku êrîşa kîmyawî ya salên bihurî ya li Sûriyeyê pêk hatî, hatibû diyarkirin ku Tirkiye li pişt vê êrîşê bû. Serokwezîrê demê Tayyîp Erdogan ji êrîşê agadar bû, bi piştgiriya MÎT’ê û Jendermeyan ji aliyê El Nûsra ve pêk hat. Yek ji lêkolînvanê û rojnemegerên herî pêş ên Amerîka Seymoûr Hersh ê xwedî xelata Pûlîtzer ev yek eşkere kiribû.