Erol: Dorpêçiya li Îmraliyê dewam dike

Ji parêzerên Buroya Sedsalê Ozgur Erol diyar kir, hevdîtina dawî ya bi Ocalan re hat kirin nayê wê wateyê ku tecrîd qediya ye û got, "Li Îmraliyê hê jî dorpêçî heye. Dewlet vê dorpêçiyê li bajarên Kurdistanê jî didomîne."

Di çarçoveya civînên gel de, ku têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê tên lidarxistin, li bajarê Cenevre yê Swîsreyê civînek pêk hat. Civîn li Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê hat lidarxistin û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol weke qiseker beşdar bû. Erol bal kişand ser asta tecrîda li ser Ocalan bi israr dewam dike.

'DERKETINA JI NAVA KAOSÊ BI OCALAN RE DIBE'

Erol di destpêka axaftina xwe de işaret bi polîtîkayên dewleta Tirk kir ku 17 sal in dixwaze li dijî Ocalan bimeşîne û destnîşan kir, ku di nava 17 salan de li Îmraliyê car carna hin tişt hatibin guhertin jî, polîtîkaya bingehîn a dewletê timî mayînde bûye. Erol got, "Di nava 17 salan de pirsgirêka Kurd veguheriye pirsgirêka herêmî. Di roja îro de, mirovên li herêmê xistine rewşeke welê, ku bêyî serê hev jê bikin, nikarin bijîn." Erol destnîşan kir, yekane hêza dikare vê kaosê ji holê rake, Ocalan e.

Erol şert û mercên jiyana 17 salan a li zîndana Îmraliyê ragihand û anî ziman, di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de Ocalan timî li rê û rêbazeke demokratîk geriya.

'DIXWAZIN TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ LI TEVAHIYA KURDISTANÊ BIMEŞÎNIN'

Erol gotina "Di nava van şert û mercên dijwar de ez hewl didim rêyekê vekim" a Ocalan bibîr xist û destnîşan kir, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava 17 salan de li Îmraliyê ti carî tawîz nedaye û bi pîvanî jiya ye.

Parêzer Erol da xuyakirin, ku Ocalan ti ji zehmetiyên xwe yên li zîndana Îmraliyê bilêv nekiriye û got, "Tecrîda li Îmraliyê dorpêçî ye. Ji ber ku bêdengî ji vê tecrîdê re heye, dewlet niha hewl dide vê dorpêçiya li Îmraliyê li gelemperiya Kurdistanê belav bike. Dİxwazin bi tecrîda li Îmraliyê re vê yekê li her devera Kurdistanê bimeşînin."

'HEVDÎTINA DAWÎ NAYÊ WATEYA BIDAWÎBÛNA TECRÎDÊ'

Erol hevdîtina Ocalan a birayê xwe Mehmet Ocalan bibîr xist ku piştî demeke dirêj pêk hat û destnîşan kir, ku ev hevdîtin nayê wateya rabûna tecrîda li ser Ocalan. Erol got, "Bi rengekî bêhiqûqî tecrîda li ser Ocaland ewam dike. Hemû serlêdanên me parêzeran tên redkirin û em nikarin muwekîlê xwe bibînin. Ji niha û pê ve pêvajoyeke çawa rû bide jî, alternatîfa sîstema Îmraliyê nîne. Yekane rêya çareseriyê, azadiya Ocalan e."