BI DÎMEN

Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li Ewropayê tên şermezarkirin

Komkujiyên ku dewleta Tirk li gundên Xerabê Bava û Talatê yên Nisêbînê dike, bi çalakiyên girseyî li Ewropayê tên şermezarkirin.

Komkujiyên ku dewleta Tirk li gundên Xerabê Bava û Talatê yên Nisêbînê dike, bi çalakiyên girseyî li Ewropayê tên şermezarkirin.

MÎLANO

Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê, Kurdistanî li meydana Dûomû li hev civiyan û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk şermezar kirin.

Li vê derê daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin, hovîtiya li Xerabê Bava tê kirin, wê ji aliyê gelê Kurd ve ti carî neyê jibîrkirin û gelê Kurd wê careke din li ber xwe bide.

Di çalakiyê de, ku ji aliyê Komîteya Kurd a Mîlano ve hat lidarxistin, wêneyên mirovên di komkujiyê de hatine kuştin hatin hildan û li ser mijarê belavok hatin belavkirin.

TORÎNO

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Torîno yê Îtalyayê, êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ku li gundên Nisêbînê dike, hatin şermezarkirin.

Mîtîng li meydana Kastello pêk hat û hat ragihandin, ya li Nisêbînê tê kuştin mirovahî bi xwe ye. Çalakgeran destnîşan kir, ku nabe li pêşberî vê rewşê bêdeng bin.

ESSEN

Êrîşên dewleta Tirk ên li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê, li bajarê Essen ê Elmanyayê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hatin protestokirin.

Bi vê armancê li ber HBF mîtîngek hate lidarxistin. Hevserokê Meclîsa Gel a Essenê Yilmaz Gultekîn li vê derê daxuyaniyek da û bang li hikûmeta ELmanya kir, ku ji bo dawîanîna li zilma dewleta Tirk, bikeve nava hewldanan.

Gultekîn destnîşan kir, eger dewleta Elman vê neke wê bibe şirîkê komkujiyan. Mîtîng bi qîrîna dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Kujer Erdogan", "Erdogan ê DAIŞ'î" qediya.

BÎENNE

Li bajarê Bîenne yê Swîsreyê, ji bo gundê Xerabê Bava çalakî hat lidarxistin. Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, bi sedan Kurdistanî û dostên wan li Zentralplatzê li hev civiyan û terora dewletê ya li Xerabê Bava protesto kirin.

Di mîtîngê de, ku ji aliyê çapemeniya Swîsreyê ve jî hat şopandin, belavokên bi zimanê Elmanî û Fransayî hatin xwendin.

Her wiha bang li hemû Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Swîsreyê dijîn hat kirin, ku li ber van komkujiyan rabin û ji bo xatirê siberojên ronî dengê 'NA' di referandûmê de bi kar bînin.

Çalakî bi qîrîna dirûşman qediya.

STOCKHOLM

Li paytexta Swêd Stockholmê, endamên Ciwanên Azad li dijî zilma li gundên Xerabê Bava û Talatê pankart vekirin û belavok belakirin.

Ciwan li stasyona trenê ya navendî li hev civiyan û dirûşmên "Terorîst Tirkiye" û "Faşîst Erdogan" qîriyan. Di çalakiyê de bi sedan belavok li rêwiyan hatin belavkirin.

Ciwanên Kurd gotin, "Gundên Xerabê Bava û Talatê rûmet û şerefa me ne" û bang li ciwanên şoreşger û welatparêz kirin, ku çalakiyan lidar bixin.

PARÎS

Li banliyoyeke Parîsê Vîllîers Le Bel, bi pêşengiya Meclîsa Jinê û Ciwanên Azad Fransayê, êrîşên li gundên Nisêbînê hatin şermezarkirin.

Kurdistaniyên li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiyan, heta Garê meşiyan. Di meşê de dirûşma "Nisêbîn li ber xwe dide" hat qîrîn.

Li ber Garê, endamê Desteya Dîwanê ya KCD-E Mûrat Ceylan axivî û got, "Dewleta Tirk a faşîst dixwaze li gundên Nisêbînê komkujiyê bike. Bêdengiya welatên Ewropayê li pêşberî van komkujî û zextan tê wateya şirîkatiya wan a li vî sûcî.

Bila her kes bi vê zanibin; Kurd wê têkoşîna xwe ya azadiyê heta dawiyê bidomînin û bi ser bixînin. Em ê li Ewropayê ji dîkatoriya Erdogan re bêjin 'NA'. Ji bo Nisêbînê em ê her roj li kolanan bin."

Çalakî bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.