BI DÎMEN

Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê, li Ewropayê hatin şermezarkirin

Dîktatoriya AKP'ê ku li herêmên Efrîn û Şehbayê komkujiyan dike û li Bakurê Kurdistanê qirkirinê dike, li gelek welatên Ewropayê bi meş û mîtîngan hate şermezarkirin.

Dîktatoriya AKP'ê ku li herêmên Efrîn û Şehbayê komkujiyan dike û li Bakurê Kurdistanê qirkirinê dike, li gelek welatên Ewropayê bi meş û mîtîngan hate şermezarkirin.

LORÎENT: Kurdistaniyên li bajarê Lorîent ê Fransayê dijîn, têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê û girtina qenalên televîzyonê yên Kurd, li navenda bajêr standa agahdarkirinê vekirin. Tevî belavkirina belavokên agahdarkirinê, di çarçoveya kampanya îmzeyan a KCDK-E de bi sedan name hatin berhevkirin, ku ev name wê ji navenda Eutelsatê re werin şandin.

MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê mîtîng hat lidarxistin. Qisekerên mîtîngê dan xuyakirin, ku yekane hêza li dijî barbarê DAIŞ'ê şer dike Kurd e, lewma êrîşên artêşa Tirk ên li dijî Kurdan ne yên qebûlkirinê ne. Her wiha destnîşan kirin, divê Fransa û Ewropa polîtîkayên xwe yên têkildarî Tirkiyeyê ji nû ve binirxînin û hovîtiya tê kirn, derhal bisekinînin. Mîtîng piştre bi meşekê qediya.

BÎELEFELD: Bi dehan Kurdistaniyên li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê li hev civiyan, li ser êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê, bi sedan belavok belav kirin. Di çalakiyê de dirûşmên 'Terorîst Tirkiye', 'Erdogan DAIŞ'ê fînanse dike, DAIŞ bombeyan diteqîne' û 'Bijî piştiriya navneneteweyî' hatin qîrîn.

KÎEL: Kurd û dostên wan ên li Gara Trenê ya bajarê Kîel ê Elmanyayê lihv civiyan, êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Li qada çalakiyê di axaftinan de hat ragihandin, ku çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê AKP'ê ve hatine afirandin û hat gotin, "DAIŞ ji aliyê AKP'ê ve hat birêxistinkirin, mezinkirin û xwedîkirin. Ev makîneya hovîtiyê ya qirkirin û qetlîamker, tecawizkarên dijminê jin û zarokan û artêşeke ruhê xwe firotiye petrol û pereyan afirand. AKP ji bo pêşî li van veke, di nava hewldanan de ye." Qisekeran diyar kirin, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê ne yên qebûlkirinê ne. Di çalakiyê de dirûşmên "Tirkiye ji Rojava bicehime", "DAIŞ û Tirkiye yek in", "Bijî berxwedana Rojava û YPG-YPJ" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

BONN: Bomberdûmana balafirên şer ên Tirk li Kantona Efrînê, li bajarê Bonn ê Elmanyayê hate şermezarkirin. Çalakî ji aliyê PYD, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Sara ve hat organîzekirin û zêdeyî hezar Kurdistanî û Elman tevlî bûn. çalakger li Munster Platz a li navenda bajêr li hev civiyan û piştî meşeke saetekê li Munster Platzê vegeriyan. Di mîtîngê de bal hat kişandin ser bêdengiya raya giştî ya navneteweyî li pêşberî komkujiyên dewleta Tirk û hat gotin, cîhanê çavên xwe li dagirkirina Cerablûsê û rûdana komkujiyên nû girtiye. Qisekeran bang li Neteweyên Yekbûyî, DYA; Rûsya û rêxistinên mafên mirovan kir, ku derhal dest li sûcên ji aliyê Dewleta Tirk ve tên kirin, werdin. Di çalakiyê de ku bala gelê Elman kişand, gelek belavok hatin belavkirin.

HANNOVER: Kurdistaniyên li bajarên Hannover û Celleyê dijîn, tevî çalakiya kon a bi pêşengiya Ciwanên Azad hat lidarxistin, meşiyan. Endamên Ciwanên Azad piştî nîvro li navenda bajêr li hev civiyan û bi qasî 3 saetan li ser komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, raya giştî agahdar kirin. Her wiha li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok hatin belavkirin. Li dû vê çalakiya agahdarkirinê, bi beşdariya endamên NAV-DEM, PYD, Ciwanên Azad û Meclîsa Jinê ya Ronahî meşek hat lidarxistin. Di meşê de bi qîrîna dirûşmên "Terorîst Erdogan, faşîst Tirkiye, kujer Erdogan" komkujiyên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

ÎNNSBRUCK: Li bajarê Înnsbruck ê Awûstûryayê, bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, meşek hat organîzekirin. Kurdistanî û saziyên şoreşger ên li Înnbruck û derdora wê dimînin, saet di 15:30 de li ber peykerê Annasaûle yê li Marîa Theresîa li hev civiyan û piştî xwendina belavokê ber bi Gara Trenê ya Navendî ve meşiyan. Girseya gel ji vê derê jî vegeriya Marîa Theresîasstrasse. Di meşê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û gelek belavok hatin belavkirin.

STRASBOÛRG: Bi sedan Kurdistaniyên li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dijîn, li meydana Place Klêberê li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk û bêdengiya Ewropayê şermezar kirin. Kurdistaniyên li vir axivîn gotin, bêtehemûliya AKP'ê ya li gelê Kurd xwe bi komkujiyên li Efrîn û Şehbayê re careke din nîşan daye û ji Ewropayê hat xwestin, helwesta xwe ya di vî warî de ji nû ve binirxîne.

...