Êrîş hat şikandin, 8 çeteyên xwekuj hatin kuştin
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê êrîşên xwekûjî ya çeteyên DAIŞ'ê şikand û 8 çeteyên xwekûj ên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê êrîşên xwekûjî ya çeteyên DAIŞ'ê şikand û 8 çeteyên xwekûj ên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Pêngava 3. a Xezeba Firatê ya operasyona rizgarkirina Reqa yê di 4'ê Sibatê de bi 2 baskan ve destpê kiribû. Şervanên baskên Mekmen û Xinêz'ê 4 kîlometre nêzikÎ hev bûn. Li vir herêmekî berfireh hat dorpêç kirin. Çeteyên ku ketine dorpêçê li dijî şervanan êrîşên xwekûjî pêk tînin.
Çeteyên DAIŞ'ê vê sibehê bi 8 xwekujan ve êrîşekî şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê kirin. Piştî şerekî dijwar ku 3 saetan dewam kir, 8 çeteyên xwekuj ên DAIŞ'ê beriya ku bigihîjin armanca xwe ji aliyê şervanan ve hatin kuştin.