'Erdogan wê di nava çirava Sûriyeyê de bixeniqe'

KONGRA GEL nerazîbûn nîşanî dagirkirina Cerablûsê da û diyar kir, ev êrîşa dewleta Tirk tê wateya êrîşa li hemberî temamiya destketiyên gelên Kurdistanê. KONGRA GEL bang li gelan û şoreşgeran kir, ku bi xurtî li ber Erdogan rabin.

Hevserokatiya KONGRA GEL, li ser dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Cerablûsê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dewleta Tirk a ku piştî serketina Minbicê ji pêşveçûna hêzên QSD'ê ya ber bi bakur ve tirsiya û ket nava panîkê, senaryoyek xist meriyetê, Cerablûs ji çeteyên DAIŞ'ê dewr girt û radestî çeteyên Artêşa Azad ên ser bi xwe ve kir." 

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Çeteyên DAIŞ'ê, ku li Minbicê 75 rojan li hember hêzên QSD'ê li ber xwe dan, Cerablûs di nava 2 saetan de radestî çeteyên Artêşa Azad ên hêzên taybet ên Tirk kirin. Yanî, dewleta Tirk li Cerablûsê, bêyî şer bike bajar ji çeteyên xwe dewr girt û radestî çeteyên xwe kir. Ev bûyer bi tena serê xwe têkiliya organîk a navbera Tirkiye û DAIŞ'ê radixe pêş çavan."

'TIRKIYE WÊ NIKARIBE XELAS BIBE'

Hevserokatiya KONGRA GEL da xuyakirin, ku di nava hêzên dewleta Tirk dixwaze li vê herêmê bi cih bikin de, çeteyên ser bi ENKS'ê jî hene û got, "Ev çete ew çete ne, ku li Helebê êrîşî herêma Kurdan kirin. Piştî Helebê wê êdî li vê herêmê li ber gelê Rojava û Federasyona Bakurê Sûriyeyê rabin û ji bo dewleta Tirk bixebitin. Di rewşa heyî de, tifaqên qirêj ên nokerên Kurd bi dewleta Tirk û Erdogan re li Rojava dikin, ji aliyê gelê me û raya giştî ve careke din hatine dîtin.

Dewleta Tirk, wê şerê wesayetê ku heta niha bi rêya DAIŞ'ê dimeşand, êdî bi rêya hêzên bi xwe ve girêdayî, bimeşîne. Ev yek dagirkerî ye. Tirkiyeyê yekser xwe berdaye nava çirava Sûriye û Rojhilata Navîn. Û nepêkane ku xwe ji nava vê çiravê xelas bike.

Yekanse sedema van polîtîkayan jî dijminatiya li Kurdan e. Ya ku Tirkiye xist nava vê çirava Sûriyeyê, ku wê felaketên mezin bîne serê civaka Tirkiyeyê, dijminatiya li Kurdan e.

Em dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin, ku ji ber dijminatiya xwe ya kor a li Kurdan dike, bajarê Cerablûsê dagir kiriye. Ev yek ne tenê êrîşa li hemberî Federasyona Rojava û Bakurê Sûriyeyê ye. Di heman demê de dijminatiya li destketiyên gelên Kurdistanê ye. Erdogan wê di nava vê çirava Sûriyeyê de têk biçe, sîstema faşîst a tekparêz a Tirkiyeyê jî wê pê re têk biçe. Wê pêşî li Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk vebe."

BANGA LI GELAN

KONGRA GEL Di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir: "Em bang li gelên xwe yên li Kurdistanê, derveyî welat dikin û hemû hêzên şoreşger dikin, ku li hemberî polîtîkayên hevpar ên Erdogan û hevkarên wî, li her qadê rabin ser piyan û têkoşînê geş bikin."