Erdogan li xwe mikur hat: Em êrîşî PYD'ê dikin

Erdogan li xwe mikur hat ku operasyona wan a li Cerablusê li dijî Kurdan tê kirin.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, der barê êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Cerablûsê de, li merasîmeke wezîfedarkirin û pişkavêtinê ya li Navenda Çandê û Kongreya Milet a Beşteyê axivî.

Erdogan li xwe mikur hat ku hedefa bingehîn a êrîşê, PYD ye û got, "Artêşa me li hemberî rêxistinên terorê yên weke DAIŞ û PYD'ê dest bi operasyonê kiriye. Divê ev kar li vir biqede. Ji îro saet 04:00 û pê ve vê pêvajoyê destpê kiriye."

Erdogan gef li PYD'ê xwar û got, "Hinek dibêje 'Tirkiye wê bikeve vê rewşê, wê ev tişt bê serê Tirkiyeyê'. Hûn hesabê 'çi bi serê we ve were', bikin. Li hemberî her kesên ji bo Tirkiyeyê gef bin, ev milet bi artêş, polîs, cerdevan û miletê xwe heye, wê hebe. Bi îzna Xwedê em ê hemû astengiyên li pêşiya xwe rakin."