Endamên Ciwanên Azad ên li Swêdê: Çalakiyên ji bo Ocalan wê bidomin

Jinên Ciwan ên Azad, ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li meydana Medborgarplatsen a Swêdê kon vedan û çalakiyên cihêreng lidar xistin, dan xuyakirin ku çalakiyên wan wê bidomin.

Jinên Ciwan ên Azad dan xuyakirin, ku çalakiya wan a 2 rojan a li meydana Medborgarplatsenê bi rengekî serketî qediya ye û destnîşan kirin, ku heta em bigihêjin armanca xwe, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Ciwanan di nava du rojan de li meydana Medborgarplatsenê, li ser armanca çalakiya xwe belavok belav kirin û alîkarî berhev kirin. Ji van ciwanan Mehtap Topbaş çavdêriyên xwe ji ANF'ê re vegot û got, "Bi taybetî bala extiyaran li ser çalakiyê bû. Haya gel ji bûyerên li Tirkiyeyê heye. Dibêjin ku Erdogan ne mirovekî baş e. Yên belavok negirtin jî digotin, em mîna we difikirin. Me ji bo gel û Rêberê xwe ev çalakî lidar xistin. Heta em encamê bi dest bixin, weke ciwanan em ê çalakiyên xwe bidomînin."

Ji Tevgera Ciwanên Azad Şoreşger Birîndar jî da zanîn, ku di nava du rojan de wan bi qasî hezar belavok belav kirin û got, "Eleqeya ji çalakiyê re zêde bû. Di dema belavkirina belavokan de hin mirovên weke me nefikirîn derdiketin pêşiya me. Lê belê bi wan re nîqaşeke kûr dihat kirin. Ji bo mijarê baştir fêhm bikin, me pirtûk didan hin kesan. Yên wêneyên li ser komkujiyên li Kurdistanê didîtin, rewş dipirsîn. Hin mirovên ku qet khaya xwe ji bûyerên li Kurdistanê nîne, hebûn. Dema min ji wan re qalê dikir, matmayî diman."

Birîndar da zanîn, çalakiya wan a kon bi serketî qediya ye, lê belê ew ê çalakiyên xwe bi awayên cuda heta azadiya Ocalan bidomînin.

...