Endamên AGÎF’ê yên mêr li hember şîdeta li dijî jinan li kolanan e

Endamên AGÎF’ê yên mêr li Wuppertal derketin kolanan û şîdeta li hemberî jinan protesto kirin.

Li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê endamên AGÎF’ê yên mêr, duh êvarî li kolana herî qerebalix a bazara Noelê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de pankartên, “Ji şîdeta li hemberî jinan re na” û “Eger şîdeta li hember jinan zilamtî be em ne zilam in” hilgirtin û bi çepikan piştgî dan jinan.

Endamên AGÎF’ê yên mêr gotin: “Di vê pergala çand û kevneşopiya şîdetê û ya li hember jinê pêş dixe, jiyana jinê di bin tehdîdeke cidî de ye. Em piştgiriyê didin têkoşîn û xweparastina jinan a li hemberî şîdeta zilam. Em têkoşînê mafdar û rewa dibînin.”