Encamnameya kongreya damezrandinê ya HDK-Ewropayê

HDK-Ewropa, di encamnameya kongreya xwe ya damezrandinê de, ji bo referandûmê banga xurtkirina kampanya 'NA' kir.

Kongreya Damezrandinê ya Kongreya Demokratîk a Gelan-Ewropa (HDK-Ewropa) di 4'ê Sibatê de bi beşdariya bi sedan delegeyên ji Elmanya, Belçîka, Hollanda, Danîmarka, Fransa, Îngilîstan, Swîsre û xebatkarên HDK ên li Îtalya, Skoçya û Awûstûryayê, li paytexta Belçîka Brukselê pêk hat.

Di encamnameya kongreyê de hat ragihandin, ku biryar hatiye dayîn, ku li dijî dîktatoriyê û polîtîkayên şîdeta li jinê, nîjadperestî û cihêkariyê, destek ji kampanya NA re were dayîn.

Hat ragihandin, wê rûyê tarî yê Rewşa Awarte ya li Tirkiyeyê ji raya giştî ya Ewropa û cîhanê re bê vegotin û hewl bê dayîn, bi hêzên demokrasiyê yên navneteweyî re têkoşîneke hevpar were meşandin.

Li gorî encamnameyê, HDK-Ewropa wê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî têbikoşe û ji bo her kes bi zimanê xwe yê dayikê, bi Kurdî, Suryanî, Ermenî perwerdeyê bibînin, wê bikevin nava hewldanan.

Di encamnameyê de hat destnîşankirin, ku wê ji hemû berxwedêrên bûne hedefa faşîzm, êrîş û zilma AKP'ê, ji Ewropayê destekek hê xurt û bi rêxistinbûyî bê dayîn.

Di dewama encamnameyê de bal hat kişandin ser girîngiya referandûmê û hat destnîşankirin, ku dayîna dengê 'NA' tê wateya rabûna li ber qirkerî, nîjadperestî, mêtîngerî û dîktatoriyê.

Di dawiya encamnameyê de bang li hemû hêzên cihêreng û demokratîk hat kirin, ku di referandûmê de dengê 'NA' bi kar bînin.