Encamnameya Konferansa Kurd a Moskova hate eşkerekirin

Encamnameya Konferansa Kurd a Navneteweyî ku duh li paytexta Rûysa Moskovayê hate lidarxistin hate eşkerekirin.

Encamnameya Konferansa Kurd a duh li paytexta Rûysa Moskovayê hate lidarxistin hate eşkerekirin. 15 Sibata 2017'an li Moskowê di avahiya Prezîdent-Otelê de konferansa navnetewî ya bi navê: “Şerê parvekirina nû li Rojhilata Navîn; rewşa îro û encamên gengaz” ku ji aliyê Yekîtiya navnetewî ya saziyên civakî yên Kurd û Otonomiya federal a netewî û çandî ya kurdên Rûsyayê ve hatibû amadekirin, hat li darxistin.

Konferans bi armanca guftûgokirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, lêgerîna çareseriya qeyrana li herêmê û diyarkirina helwesta nûnerên partiyên siyasî yên Kurd ên ji her çar parçeyên Kurdistanê ya di vê mijarê de, hat li darxistin.

Di Konferansa ku ji aliyê Kurd, partî û rêxistinên wek: Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê, Tevgera Azadiya Komelgeha Kurdistanê, Tevgera GORAN, Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP), Yekîtiya Niştimanên Kurdistan (YNK), Yekgirtûyî Îslamî ya Kurdistan, Partiya Demokrat a Kurdistana Îran (PDK-Î), Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), Nûnertiya siyasî ya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê, bi rêya nûner û peyamên xwe beşdar bûn; ji aliyê Rûsyayê ve rayedarên payebilind, serok û nûnerên zanîngehan, saziyên civakî, pispor û akademîsyenên rojhilatzan beşdar bûn, û di derbarê van mijaran de guftûgo kirin:

MIJARÊN KU GOTÛBÊJ LI SER HATIN KIRIN

Qeyrana li Rojhilata Navîn û siyaseta ku Rûsya û Emerîka li herêmê dişopînin.

Faktor û aktorên ku dibin sedema kûrbûna qeyrana li herêmê.

Hedefa muzekereyên li Astana û Cinêvê

Têkoşîna gelê Kurd ji bo maf û azadiya xwe li herçar parçeyên Kurdistanê û encamên derketine holê.

Pêşnûmeya Destûra Bingehîn a Sûrî ku ji aliyê Rûsyayê ve hatibû pêşniyarkirin û modela Federasyona Bakurê Sûriyê.

Statûya gelê Kurd û Kurdistanê di pêşeroja Rojhilata Navîn de.

Rêyên veguhertina rewşa ku Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav de yeÎ

Rewşa li her çar parçeyên Kurdistanê û rastiya heyî ya partî, tevger û rêxistinên Kurd Kongreya Netewî ya Kurd û şêwazên pêkanîna wê û hin mijarên din.

XALÊN KU HEVPAR KU BEŞDARVAN LI SER HEMFIKIRIN

Di Konferansa ku 59 kesayetên xwedî nasnameya siyasî, civakî û zaniyarî amade bûn, hat diyarkirin ku:

Bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd çareserkirina qeyrana Rojhilata Navîn ne gengaz e.

Divê hewldanên hêzên ku çareseriya adilane, ya xwe dispêre rastiya civaka Rojhilata Navîn, pêşdixin, werin piştgirîkirin,

Divê gelê Kurd lez bide pêvajoya amadekirina Kongreya Netewî ya Kurd, derfeta dîrokî ku îro derketiye holê, bêyî ku dem were windakirin, divê were bikaranîn:

Di pêvajoya hebûna qeyranê de bihêzbûna rêxistinî û çekdarî ya kurdan wê rê li ber bidestxistina alîgir û piştgirên nû veke.

Hewldanên hin hêzan ku naxwazin Kurd bibin xwedî statû û hewl didin bêtivaqî bixin navbera kurdan, bi kar û xebatên çalak werin valaderxistin,

Nêzîkatiya Rûsya û welatên din ya li hember kurdan girêdayî bihêzbûn û rêxistinbûna gelê Kurd be.

Divê tevahiya gelê Kurd mijara rizgarkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê bike rojeva hêzên navnetewî.

Di heman demê de beşdêrên Konferansê li ser şerê ku li Kurdistanê, Sûriyeyê, Tirkiye û Îraqê dimeşe, rawestiyan. Berxwedana gerîlla, pêşmerge û şervanên Kurd ku bi cesareteke mezin xwedî li axa Kurdistanê derdikevin û peywira parastina tevahiya gelên herêmê dikin, mijarên eşkere û bi rûmet in. Federkariya hevpar a ku di parastina Kobanê û Şengalê de hatibû raber kirin ji aliyê raya Rûsyayê ve hat dîtin û bi rêzdariyeke mezin hat pêşwazîkirin. Şibandina êşa gelê Kurd û Kurdistanê û gelên Rûsyayê di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de bû bingehek ji bo xurtkirina pêwendiyên di navbera aliyan de û dostaniyeke nû da qezenckirin.

ENCAMNAMEYA KOMFERANSA KURD

Di dawiya Konferansa Navnetewî de beşdêr gihîştin van encaman:

1- Divê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê were rizgarkirin û ji bo pêkanîna wê yekê bang li hêzên navnetewî, Rûsya jî di nav de, were kirin.

2- Divê statûya Federasyona Bakurê Sûriyeyê were naskirin û bikeve bin ewlehiya zagonî.

3- Divê kiryarên hukumeta AKP ya li dijî gelê Kurd li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê, her wiha girtina parlementer û derdorên aştîxwaz were rawestandin;

4- Bang li Federasyona Rûsyayê ku bandora xwe ya ser Tirkiyê bike û berê rêya felaketê ku hukumeta AKP ketiye nav de, bide guhertin.

5- Bang li Federasyona Rûsyayê were kirin; da ku ew bandora xwe ya li qada navnetewî bi kar bîne, da ku ji qeyrana Rojhilata Navîn re çareseriyeke ji kok, a xwe dispêre pîvanên dadmendiya rast, were bidestxistin.

6- Bang li Rûsyayê were kirin ku di pêwendiyên navnetewî de ew piştgirî bide naskirina statûya Federasyona Bakurê Sûriyê;

7- Kongreya Netewî ya Kurd were lidarxistin û di encama wê de nûnertiyeke yekpare ya gelê Kurd û Kurdistanê were avakirin, daku ew nûnertî di pêwendiyên navnetewî de bikaribe berjewendiyên gelê Kurdistanê biparêze û her cûre berpirsyartiyan hilgire ser xwe.

8-Rêgezên ku li Başûr an Rojavayê Kurdistanê hatine naskirin, ji aliyê her hêzî ve werin pêkanîn, dezgehên fermî ku hatine rawestandin, bêyî ku ziyan bigihînin gel werin xebitandin.

9- Di rêxistinkirina kar û xebatan de hemû tevger û partiyên Kurd berjewendiyên gelê Kurd ê her çar parçeyên Kurdistanê bi ser her tiştî re werin girtin. 

BANG

Wek xaleke taybet beşdaran diyar dikin ku di qeyrana li Rojhilata Navîn de rola Tirkiyê mezin e, lewra beşdêrên Konferansê siyaseta wê ya tecrîtkar a li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin û bang kir ku divê Serokê gelê Kurd û girtiyên din ên siyasî werin rizgarkirin, bêyî vê yekê bidestxistina çareseriyê li Tirkiyê ne pêkan e, bê çareseriya li Tirkiyê jî gîhandina aramiya Rojhilata Navîn ne pêkan e.