Encamên civîna derasayî ya HDP’ê

HDP’ê diyar kir ku biryara li ser Yuksekdag hatiye dayin ‘ti hikmê wê nîn e’ û diyar kir ku di pêvajoya referandûmê de wê ji bo ‘NA’yê xebateke xurt bimeşînin.

Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) encamên civîna xwe ya îro ya derasayî ragihand.
Tespît û biryarên civînê bi vî rengî ne:

‘’Betalkirina wekîltiya Hevseroka me ya Giştî ya Fîgen Yuksekdag a di 21’ê Sibata 2017’an de ji hêla hikûmetê ve binpêkirina Destûrê û Rêziknameya Navxweyî ya Meclîsê ye ku nehiqûqî û bêşêwazî ji xwe re kiriye edetek. Her wiha tê wateya bi awayekî tacîzkar çewisandina fêhmkirinên siyaseta demokratîk ya ku ji salên 1960’î ve li Meclîsê hatiye avakirin û êrîşeke giran e ya bi ser siyasetmedareke wiha ku di vê qadê de tekana Seroka Giştî ya jin e.

Em careke dî bi biryardarî amaje pê dikin ku ev tacîzên bi ser wekîlên me de yên ku hiqûqa navxweyî û navdewletî û peymanên demokratîk bin pê dikin, hewldanên vederkirina me ya ji qada siyaseta demokratîk, wê nikaribin HDP’ê ji helwesta wê ya demokratîk, rêgezên wê dûr bixîne. Li dijî vê biryarê ku ne rewa ye û ne hiqûqî ye, di ser zemîna hiqûqa navxweyî û navdewletî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em careke dî dibêjin, ev biyar bêhikm e, li cem ûcdanên gelên me bêhikm e.

Em ê li dijî van êrîşan bi xurtkirina qada siyaseta demokratîk, bi xurtkirina têkoşîna ji bo azadiyê, wekhevî, aştî û dadmeniyê, bi xurtkirina helwesta xwe ya ji bo hilberandina çareseriyên siyasî ya demokratîk ya bi hişmendiya muzakereyê ya li arîşeyên me, weke hêzên demokrasî û aştiyê yên Tirkiyê em ê bersiv bidin.
Piştî ku Berdevkê me yê Partiyê Ayhan Bîlgen bi awayekî ne hiqûqî di girtîgehê de hate rehîngirtin, ji bo ku deng û polîtîkayên HDP’ê bîne zimên, gav û polîtîkayên me yên têkildarî vê demê bi gelên me re par ve bike, em Wekîlê Rihayê Osman Baydemîr weke Berdevkê Partiyê diyar dikin. Di ti şert û mercî de em ê alaya têkoşîna azadî, wekhevî û dadmendiyê nexin xwarê.

 ‘TIŞTÊN KU LI NISÊBÎNÊ TÊNE KIRIN NIKARIN WERIN NIXÛMANDIN’

Em wan kesan di şexsê Hevserokê me yê Giştî de bi bêberpirsî û bi alçaxî êrîş didine ser partiya me û dildarên me, şermezar dikin. Em bang li hemû siyasetmedaran dikin ku zimanekî çêker bi kar bînin. Bi van êrîşên bi vî rengî binpêkirinên mafê  mirovan ên giran ên li Nisêbînê nikarin werin nixumandin. Biryardariya me ya vegotina van binpêkirinan nikare were astengkirin.’’

 ‘EM Ê XEBATÊN REFERANDÛMÊ GEŞTIR BIKIN’

Ji bo di referandûma 16’ê Nîsanê de ‘NA’ derbikeve, ku ev referandûm wê siberoja Tirkiyê û civakê diyar bike, em diyar dikin ku bi hemû hêzên demokrasiyê re em ê rêxistiniya xwe û têkoşîna xwe xurt bikin. Em ê bi hemû wekîl, rêveberên xwe yên partiyê, endamên xwe re xebatên xwe zêdetir bikin, bi helê xwe re bigihijin cem hev. Em ê ji cîranê xwe dest pê bikin, di qadên kar de, li malan, li taxan, kuçeyan em ê xebatên xwe bikin.

Derketina encama ‘NA’ wê bibe gaveke girîng ku hemû kesên li Tirkiyê dijîn bibe xwedî siberojeke demokratîk, aramiyê. Her dengekî ‘NA’ wê derfeta ji vê desthilatdariyê re bibêje ‘na’ bi dest ve bîne ku ev desthilatdarî nehiqûqiyan, nelirêtiyan dike, mafê mirovan binpê dike, welêt hem li hundir û hem li derve bi polîtîkayê şer bi rê ve dibe û li dijî aştiyê şer tercî dike. 

 ‘EM BANGA MEZINKIRINA HÊVIYÊ DIKIN’

Di nav vê çarçoweyê de di serî de welatiyên me yên ku dil û dengê xwe dane AKP’ê, dengê xwe dabe kîjan partiyê, em bang li hemû welatiyên xwe yên demokrat, xwedî ûcdan dikin, bi mebesta ku em siberoja xwe ya hevpar û wekhev ava bikin, dengê ‘NA’ bidin û xwe tevlî mezinkirina hêviyê bikin.’’