Encamên civîna 10. a Komîteya Dîplomasiya Hevbeş

Di civîna Komîteya Dîplomasiya Hevbeş de rewşa Kurdistanê û herêmê bi dorfirehî hat nirxandin û hat gotin, tevî xeteriyan jî, derfetên serketinê yên gelê Kurdistanê ji her demê zêdetir e. Komîte wê dest bi pêngaveke dîplomasiyê bike

Civîna 10. a Komîteya Dîplomasiya Hevbeş, bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, di 14'ê Çileya 2017'an de li navenda Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li paytexta Belçîka Brukelê pêk hat.

Encamên vê civînê bi daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re hatin eşkerekirin.

Li gorî daxuyaniyê; di civînê de bûyer û guhertinên dawî yên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û li qada navneteweyî bi berfirehî hatin nirxandin.

Li ser rewşa Bakur û Rojavayê Kurdistanê, êrîş û dagirkeriya Dewleta Tirk ya li van parçeyan, bi awayekî taybet hate rawestan. Her wiha rewşa Başûr, Rojhilat, Rojhilata Navîn û bi giştî pêşketinên herêmê û cîhanê hatin nirxandin. 

Di dirêjahiya nîqaşan da xebatên derbasbûyî yên komîteyê hatin nirxandin û di encamê de ji bo dema pêş plansaziya xebatê hate çêkirin.

KOMÎTE WÊ DI SALA 2017'AN DE DEST BI PÊNGAVEKE DÎPLOMATÎK BIKE

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş erkeke girîng hildaye ser milê xwe ku potansiyel û dînamîkên neteweyî û niştimanî kom bike û bi hev re di qada dîplomasiya de bide karkirin. Hat desnîşankirin, ku di çarçoveya vê erka xwe de li gel plansaziya giştî û karên xwe yên rojane, komîte dixwaze di destpêka sala 2017'an de pêngaveke dîplomatîk destpê bike û bi taybetî lobî û dîplomasiyek xurt li Amerîka û Ewropayê bimeşîne.

'LI GEL BERXWEDAN Û LEHENGIYA BÊHEMPA JÎ, CAN Û MALÊ GELÊ KURDISTANÊ HÊ JÎ DI METIRSIYÊ DE NE'

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku Kurdistan û Rojhilata Navîn di nava rewşeke aloz de derbas dibin û hat gotin, "Şerekî mezin li herêmê heye û Kurdistan ketiye nava agirê wî şerî. Ev şer li Kurdistanê geh bi êrîşên hêzên dagirker geh bi wekalet dimeşe û tê kirin. Ji bilî DAIŞ û hêzên din ên Selefî, dewleta Tirkiyeyê, Îran, rejîma Sûrî û Erebîstana Siûdî jî, beşeke sereke yên vî şerî ne. Li gel berxwedanî û qehremaniyek bê hempa ya hêzên Kurdistanî, mixabin  heta niha jî, can û malê xelkê Kurdistanê ber zerer û metirsiyê de ye. Bakurê Kurdistanê bi seranserî bûye qada şer. Li seranserê Rojavayê Kurdistanê şer berdewame û dagirkeriya Tirkiyeyê jî ser ve zêde bûye. Li Başûrê Kurdistanê bi taybetî li Şengalê, dorberê Mûsilê, Kerkûk û li Germiyana jêrî tehdît berdewam in. Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê jî rewş aloz e."

Di daxuyaniyê de têkildarî nîqaşên li ser Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ev agahî hate dayîn:

BAKURÊ KURDISTANÊ

"Li Bakurê Kurdistanê, ev salek û nîve şerekî giran û pir dijwar dimeşe. Dewleta Tirk bi hemî awayî, bi hemî çekên giran bê sînor êrîş dike. Di êrîşên xwe de, ne heq ne hiqûq ne jî qanûnan nas nake. Gund û bajaran wêran dike, jîngehê dişewîtîne û kesên sivîl hedef digre û dikuje. Siyaseta legal hedef digire, Parlamenter û Şaredar jî di nav de siyasetmedaran zîndanî dike, şaredaran ji wezîfê dûr dixe û dest datîne ser şaredariyan. Li hember van êrîşan, gelê me û şervanên azadiyê jî, bi fedakariyek mezin berxwedaneke bê hempa dimeşînin û pêşî li piraniyan êrîşên dijminan digirin.

Dewleta Tirk, ne tenê li Bakur li seranserê Cihanê jî dijmintiya gelê Kurd dike. Siyaseta Dewleta Tirk ya li qada dîplomatîk li ser bingeha dijminatiya gelê Kurd hatiye avakirin û tê meşandin. Dewleta Tirk, ev demeke siyaseta xwe ya Suriyeyê guherandiye, li dijî gelê Kurd bi Rûsya, Îran, Iraq û rejîma Surî re ketiye nava peywendiyan. Armanca wê ew e ku van hêzan bîne ba hev, da ku bi hev re êrîşan bînin ser gelê Kurd û desketiyên Kurdan têk bibin.
Ev e serê dehan salane gelek deverên Başûr bombe dike, 20 sal zêdetîre hinek hêzên xwe li Başûr cihkirine û dernakeve. Ev hêz hemî dij gelê me û desketiyên gelê me anîne û dixwaze pêşiya hêzên azadiyê bigre. Dewleta Tirk wî mafî bi xwe re dibîne ku hinek hêzên Kurdî li Başûr tehdît bike û li Şengal û deverên din dixwaze siyaseta xwe ferz bike.

ROJAVAYÊ KURDISTANÊ

Ji destpêka şoreşa Sûrî û vir ve, helwesta Dewleta Tirk ew e ku li Rojavayê Kurdistanê çi statu ji Kurdan re çênebe. Heta niha di serî de DAIŞ, hemû hêzên Selefî û hêzên şoven, li dijî gelê me destek kirine, geş kirine û dane êrîşkirin. Dema dît bi van hêzan nikare pêşiya şoreşa Rojava bigre, vê carê bi hêzên xwe dest bi dagirkeriyê kir. Ev 5 meh in hêzên Dewleta Tirk derbasî hinek deverên Rojavayê Kurdistanê bûne û êrîşên xwe berdewam dikin. Niha jî Dewleta Tirk, polîtîkaya xwe ya Sûriyê guhertiye. Îran, Iraq û rejîma Sûrî re peywendiyan datîne û li dijî me, gelê me, şoreşa me tifaqan pêk tîne. Bi navê çareserkirina pirsgirêka Surî, bi Rusya û Îranê re dikeve nava hewldanan û dixwazin li Astana civînên çareseriyê pêk bînin. Lê şertê dewleta Tirk hene, 'divê Kurd weke terorîst bêne navkirin û tevlî danûstandinan nebin'.

Li ser Rojava, li alê din êrîşên DAIŞ û hêzên girêdayî Tirkiyê berdewamin. Dem dem jî hêzên rejîma Sûrî jî êrîş dikin. Li gel hemî van êrîşan jî, şoreşa Rojava bi serketî berdewam dike û roj bi roj pêş de diçe. Lê pêwîste bê zanîn dijminê gelê me pir in û herdem dixwazin planên xirab li ser gelê me çêkin û bimeşînin. Dijminên me dixwazin şoreşa Rojava têk bibin. Têkçûna Rojava derbeke mezine ji bo hemû Kurdistanê. Divê rewşa Rojava, weke rojeveke sereke bê destgirtin û gora wê kar bê meşandin. Bi taybetî di warê dîplomasiyê de pêwîste Rojava rojeva yekemîn be û divê sîwaneke navneteweyî ji Rojava re bê çêkirin. 

REWŞA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Rewşa Başûrê Kurdistanê hem di hundirê xwe de hem jî li peywendiyên xwe yên Bexdayê re nebaş e. Şerê DAIŞ ê berdewam e. Rewşa aborî nebaş e û herêm di nava krîzeke aborî de ye. Xala sereke krîza siyasî ye. Ji xwe krîza siyasî bûye sedemên gelek pirsgirêkan. Hilbijartina serokatiya herêmê di wextê xwe de nehat kirin û salek zêdetir e wext li ser de derbas bûye. Ev saleke zêdetire parlament jî naxebite û nayê xebitandin. Li Başûr pêşiya her tiştî pêwîste parlament kom bibe û xebata xwe bike. Her wiha pêwîste hilbijartina serokatiya herêmê di demeke herî zû de bê çêkirin. Di heman demê de pêwîste dabinkirina jiyana rojane ya gel bê misogerkirin.

ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Li rojhilatê Kurdistanê, siyaseta eskerîkirin, çewsandin û asîmîlasyonê ya Dewleta Îranê berdewame. Îran bi ti awayî mafê gelê Kurd qebûl nake. Her çend şereke mezin li Rojhilat nebe jî, lê alozî berdewame. Dewleta Îranê, êrîşên xwe û îdamkirina siyasetmedarên Kurd berdewam dike. Herwiha ew siyaseta bêkarhiştina mirovan û berbilavkirina narkotîkê li Kurdistanê, bê navber bi awayekî sistematîk dimeşîne. Îran ne tenê di nav xwe de, her wiha di seranserê herêmê de li dijî destketiyên gelê me ye. Îran, li Sûrî xwedî bandorekî mezin e û li dijî gelê me weke dewra berê di Dewleta Tirk re nava tifaqê de ye.

'DERFETÊN SERKETINÊ JI HER DEMÊ ZÊDETIR IN'

Her çend hêzên dagirker dijê gelê me di nav tifaqan de bin jî, lê nakokiyên wan jî pir in. Li gel van êrîş û aloziyan jî, rewşa herêmê û rewşa Kurdistanê hatiye guhertin. Çavên hêzên sereke yên Cihanî li herêma me ne. Kurd êdî di herêmê de bûne aktorek mezin. Hêzên cihanî Kurdan jî hesap dikin û dikevin nava tifaqan. Îmkanên serketinê ji hemû deman zêdetîr in. 

BIRYAR Û PÊŞNIYARÊN CIVÎNÊ

Di van şert û mercan de, bi pêwîst tê zanîn:

-Em dixwazin Temamî gelên Kurdistanê, pişt û hevçeperên gelê me yê li Bakur bin. Ku îro zêdetir ji her demekê pêwîstî bi destekê heye. Divê di warê dîplomtîk de Dewleta Tirk bi hemî awayî bê tengav kirin û ev îmkan îro zêde ne. Serketina Bakur, dibe serketina hemî Kurdistaniyan.

-Em êrîşên Dewleta Tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin û bi her awayî li gel reveberiya Rojava cihê xwe digirin. Êrîşên Dewleta Tirk yên li ser Rojava, di qada dîplomatik de rojeva me ya sereke ye û ji bo berterefkirina van êrîşan karên pêwîst wê bêne kirin. Bi vê ve girêdayî, bi her awayî pêwîste piştevaniya Rojava bê kirin û xebat ji bo nasandina fermîtî ya Rojava bêne xurt kirin. 

-Li ser pirgêrêka Surî li bajarê Astana, di navbera rejîma Surî û muxalîfan de hevdîtîn têne amadekirin. Lê rêveberiya Rojava û hêzên Kurdî nehatine vexwendin. Çi hewladanên vî rengî yên bê Kurdan bêne çêkirin wê sernekevin û Kurd û pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê, wê van encaman nas nekin.

-Em daxwaz ji hemî partî, rêxistinên siyasî, medenî û pîşeyî yên Başûrê Kurdistanê dikin ku bi dilsozî û berpirsane wan qeyranên li Başûr bibînin û wan destkeftan biparêzin. Her wiha di atmosfereke demokrasî û şefaf de arîşeyên  navxweyî  çareser bikin. Pêwîste rêz ji dem û dezgehên rewa (şer’î) yên îdarî yên herêmê bên girtin û her tişt di bin serweriya qanûnê de derbas bibin. Her wiha em vekirî dibêjin û dixwazin; pêwîste rojekî zûtir Parlament kom bibe û hilbijartina serokatiya herêmê bi awayekî demokratik bê kirin. Astengkirina kombûnên Parlamentoyê dijê berjewendiyên gelê me ne û her gaveke astenkkirinê em dijê îrada gel dibînîn û şermezar dikin.

-Heyîna hêzên leşkerî yên dewleta Tirk li Başûr, jibo destketiyên gelê me tehdîteke mezine. Divê rojeke zûtir hêzên Dewleta Tirk ji herêmê bêne derxistin.

-Serokwezîrê Tirkiykeyê, di serdana Hewlêrê de li ber çapeniyê hinek hêzên Kurdî weke terorîst navkirin û Kurd tehdît kirin. Em vê helwestê şermezar dikin û bang li hemî hêzên Kurdistanî dikin ku li hember vê helwesta xirab ya dewleta Tirk bê deng nemînin.

-Komara Îslamî ya Îranê li ser bi eskerîkirina Rojhelatê Kurdistanê û siyaset şiddet û tirsandin û îdamkirinê her berdewam e. Her wisa wê siyaseta xwe ya bêkarhiştina mirovan û berbilavkirina narkotîkê li Kurdistanê bi awayeke sîstematîk rêve dibe, em bi tundî vê siyaseta dewleta Îranê şermezar dikin. Em ji hemî partî û rêxistinên siyasî yên Rojhilat daxwaz  dikin,  zêdetir ji hevnêzbûna aliyan û bi hevre hevkar bin, da ku baştir deng û rewatiya mafên xelkê Kurdistanê bi raya giştî ya cîhanê bigihînin.

-Ji bo nasandina zilma DAIŞ ê li ser gelê me yê Êzidî weke Jenosîd di resmiyeta navdewletî de bê tesbît kirin, em piştgîriya keysa Êzîdiyan dikin. Hewil bê dan ku Şengal bikeve pratîka avedankirinê û koçber bizivirin ser warên xwe. Daxwaz ji hikûmeta Başûr dikin ku karê ciddî  û bi lez ji bo azadkirin û vegerandina hemû girtî û esîrên Êzîdiyan bê kirin û bê encamdan. Divê li Şingalê nasmeya Êzidîtahiyê bê parastin û Gelê Şingalê xwebixwe rêvebibe.

-Em piştgşrî ya xwe ji bo hemî mafên gelê me yê Suryanî – Asurî – Kildanî diyar dikin. Ew xelqê qedîm yên vê herêmê ne. Divê mafên wan yên etnîkî, çandî, îdarî û civakî, li ser vê xakê bê parastin û koçber bizivirin ser axa xwe.

-Em piştgîrî ya xwe ji bo xebat û tekoşîna tevaya jinên Kurdistanê dubare dikin û bi taybetî ewên li ber çeperên berxwedanê dene. Ewan jinan wêneyekê herî bilind wêneyek nû ji bo jinên Kurdistanê û Cîhanê kişand. Civîn dîsan hewl û tekkoşîna xwe ji bo rizgarkirina jinên kurd yên Êzidî, rijd û dubare kir da ku berdewam bin bo gihandina doza wan bo nêv astê nêvdewletî.

-Civînê biryar da ku vê demê de xebatên lobî û dîplomasiyê li Amerîka bêne xurtkirn û li ser navê Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî, di demeke nîzing da heyetek ji bo Amerîka bê şandin.

-Biryar hate dayîn ku xebateke teybet di asta Ewropa de li dijî lîsta terorê bê meşandin.

-Civînê biryar da di nava vê salê de, li ser qirkirin û komkujiyên li Kurdistanê (Dersîm, Zîlan, Helepçe, Mereş) çêbûyîn, li ser rewşa Êzidî û Asurî-Suryanî-Kildaniyan, li ser rewşa Kurdên Feylî, konferansên cuda cuda yên navneteweyî bêne çêkirin.

-Pêwîste hemî partî û rêxistinên Kurdistanî, gor prensîbên demokrasiyê tevbigerin, rêz ji hevre bigrin û di qada dîplomasiyê da xetên sor yên berjewendiyên gelê Kurdistanê biparêzin. Biryar hate dayîn ku di vî warîde nameyeke teybet jibo partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî bê şandin.

-Em weke Komîte, bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dikin ku tevlî Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî bibin û em bi hevre karê diplomasiyê bikin."