‘Em meaşekî mirovî dixwazin’

Şaziye Kose diyar kir mûçeyê kêmtirîn li bajarên mezin têra kirêya xaniyan jî nake û got “Li gorî me HDP’ê divê herî kêm 12.500 be.”

Pêkhateyên Komîsyona Tesbîtkirina Meaşê Asgarî ya Wezareta Xebatê, wê bi TÎSK û Turk-Îşê re di navbera 7-9'ê Kanûnê de civînekê li dar bixin. Komîsyon di destpêka meha Kanûnê de li hev kom bûbûn û daxuyaniyên "Em ê nehêlin karker li hember enflasyonê têk biçin" dan. Lê belê Serokê Turk-Îşê Ergun Atalay qala rêjeyeke gelekî kêm dike ango dibêje 7 hezar û 785 TL.

DÎSK'ê jî diyar kir ew 13.200 lîra dixwazin. Li aliyê din Komîsyona Ked û Polîtîkayên Civakî ya HDP'ê bi kampanyaya ku hefteya borî dabû destpêkirin re diyar kir ku hejmara ku ew dixwazin 12. 500 TL ye.

Hevberdevka Komîsyona Ked û Polîtîkayên Civakî ya HDP'ê Şaziye Kose hem kampanyaya ku wan dest pê kiriye û hem jî polîtîkaya mûçeyê kêmtirîn ji ANF'ê re nirxand.

Hevberdevka Komîsyona Ked û Polîtîkayên Civakî ya HDP'ê Şaziye Kose diyar kir ku ew meaşekî mirovî dixwazin û ji ber ku li Tirkiyeyê beşeke zêde di bin sînorê birçîbûnê de dijîn. Kose got “Em beriya her tiştî meaşekî mirovî dixwazin. Ji ber ku 75-76 milyon gelê me di bin sînorê xizanî û birçîbûnê de dijîn. Li ser vê yekê mirov nikare behsa jiyaneke mirovî bike. Lê li vir helbet em vê rastiyê ji bîr nakin ku di navbera kesên ku di bin sînorê hejariyê de dijîn û yên ku meaşê herî kêm distînin ferqeke mezin heye. Li şûna ku asta debarê yên jêr bilind bikin, bi zaman re ev mirovan dikişînin jêr. Bi vê re jî mûçeyê kêmtirîn dixwazin bikin meaşê giştî. Li welatên cîhanê hejmara karkerên bi meaşê herî kêm dixebitin gelekî kêm e, lê li welatê me ev rêjeya ku meaşê asgarî distînin gelekî zêde ye. Kesên meaşê asgarî distînin yên ku nû dest bi xebatê kirine û tu taybetiyeke wan tune. Lê li Tirkiyeyê kesên gelek hunerên wan hene û 2,3 zanîngeh qedandine jî bi meaşê asgarî dest bi kar dikin. Sermesele mamosteyên dibistanên taybet, hemû jî bi meaşê asgarî û biniya meaşê kêmtirîn dixebitin. Fakulteya perwerdehiyê qedandiye lê meaşê kêmtirîn distîne. Mamosteyên ku li dibistanên dewletê li gorî saetên dersê dixebitin jî di heman rewşê de ne.”

MEAŞÊ KÊMTIRÎN TÊRA KIRÊYA XANÎ NAKE

Kose diyar kir meaşê kêmtirîn li bajarên mezin têra kirêya xanî nake û got “Mînak li Stenbolê kirêya herî kêm a xaniyekî du odeyî niha 5 hezar lîre ye. Di malekê de herî kêm 4-5 kes divê ew mûçeya kêmtirîn bistînin da ku malbat karibe jiyana xwe bidomîne. Ji ber vê yekê divê hemû astengiyên li pêşiya rêxistinbûnê bên rakirin. Divê rêxistina sendîkayan mecbûrî be. Ji ber ku li gelek welatên cîhanê rewş wiha ye. Divê karker bibin sendîka. Lê li vir, ji ber çi sedemê dibe bila bibe, karkerên ku ji bo sendîkayan şer dikin, tên destgîrkirin. Pirsgirêka sereke di bê rêxistin hiştina çîna karkeran de ye. Ji ber ku yê birêxistinkirî bi peymaneke kolektîf dibe.”

DIVÊ MEAŞÊ KÊMTIRÎN HERÎ KÊM BIBE 12.500 TL

Kose diyar kir ku wê kampanyayê bidin destpêkirin û got “DÎSK’ê jî got divê 13 hezar û 200 TL be ku wan bi hesab û lêkolînan çêkirine. Me HDP’ê jî got bêyî bacan divê 12.500 be. Hejmarên ku em dibin wekî hev e. Ev hejmar jî ne hejmareke gelekî baş e, bi kêmanî mirov wê karibin bêhnekê bistînin. Em ê heta 15’ê mehê kampanyayekê bimeşînin û bixwazin ku bila meaşê kêmtirîn were asteke jiyaneke mirovî.”