NÛ BÛ

‘Em ê li hember faşîzma AKP’ê stûyê xwe xwar nekin’

Bi sed hezaran kesên ku ji bo pîrozkirina 1'ê Gulanê li Qada Bazara Gel a Bakirkoy kom bûn, hat diyarkirin ku li hember faşîzma AKP’ê stûyê xwe xwar nakin û wê têkoşînê bilind bikin.

Bi sed hezaran kesên ku ji bo pîrozkirina 1'ê Gulanê li Qada Bazara Gel a Bakirkoy kom bûn, hat diyarkirin ku li hember faşîzma AKP’ê stûyê xwe xwar nakin û wê têkoşînê bilind bikin.
Rêxistinên kedê yên bi sed hezaran tevli mitînga 1'ê Gulanê bûn, banga têkoşîna hev beş hat kirin. Axaftinên ji hêla berdevkên saziyan ve hatin kirin de, êrîşên qirkirinê yên ji hêla AKP-Qesrê ve li Kurdistanê tên meşandin, hatin şermezarkirin. Serokê Giştiyê DÎSK'ê Kanî Beko bal kişand ser têkoşîna hev beş ya li dijî AKP-Qesrê û ev tişt got: "Teqes divê em li vî welatî aştiyê pêk bînin. Divê em di nava bloka demokrasiyê ya ku wê zilmê bide rawestandin de cihê xwe bigirin."
Cejna Têkoşîn û Piştgiriyê Kedê 1'ê Gulanê ji hêla sed hezaran kesî ve bi dirûşim û tilîliyan tê pîrozkirin. Li qada mitîngê dirûşmên bi her zimanî hatin berzkirin, kesên di komkujiya Sirûc û Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan nehatin ji bîrkirin. Di mitîngê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ê di jêrzemîna wehşetê de jiyana xwe ji dest da hatin hilgiritn. Piştî ji gelek ziman sirûdên 1'ê Gulanê hatin xwandin, mitîngê dest pê kir. 
YUKSEKDAG LI QADÊ BÛ
Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag dema hat qada mitîngê bi xebatkarên çapemeniyê re axaftinek kurt kir û diyar kir ku dema ew ketin qadê, polîsan êrîşî wan kiriye û wiha got: "Dê ti êrîş pêşiya yekitiya gelan nede girtin."
Serokê Gitiyê DÎSK'ê Kanî Beko di mitîngê de axivî û bertek nîşanî biryarên taşrontiyê da û wiha axivî: "Tê gotin ku wê qadrotiyê bidin karkerên taşron, em ê di vê der barê de têkoşîna xwe berdewam bikin. Divê em li dijî kedxwarên ku dixwazin tazmînata meya kidemê ji destên me bigirin têkoşînê mezin bikin. Em wê vê kedê bi wan nedin xwarin."
LI DIJÎ QESRÊ TÊKOŞÎNA LI DIVÊ
Beko bal kişand ser rewşa karkerên jin û diyar kir ku desthilatdariya siyasî dixwaze jinê di malê de hepis bike û wiha pêde çû: "Em wê li dijî vê pergala Talîban û feraseta hişk bi hev re li berxwe bidin. Jin rûmeta me ne." Beke aşkera kir ku li Tirkiyeyê 6 milyon kesên bê kar hene û wiha pêde çû: "Em wê bi hev re li dijî vê pergala Qesrê têkoşînê bidin meşandin. Em wekî alîgirên kedê û sendîkayan, dibêjin ku bila Qesra te bikeve binê erdê." Beko diyar kir ku divê teqes li vî welatî aştî pêk bê û bang kir ku her kes di bloka demokrasiyê de cihê xwe bigire.
OZGEN: SOZ EM Ê BI HEV RE DERKEVIN TAKSÎMÊ
Piştî axaftinên Beko, Serokê Giştiyê KESK'ê Lamî Ozgen axivî bi kurdî û tirkî xêrhatina girseyê kir û kesên di komkujiya 1977'an li Taksîmê û 10'ê Cotmehê li Enqereyê jinana xwe ji dest dane bi bîr anî û bal kişand ser qedexeya li Taksîmê û wiha pêde çû: "Em soz didin ku em ê derkevin Taksîmê. Em wê dirûşim û sirûdên xwe li Taksîmê berz bikin." Ozgen polîtîkayên AKP'ê yên der barê metîngeriya kedê de jî rexne kir û da zanîn ku ji hêla AKP'ê ve faşîzmek xistine dewrê û wiha axivî: "Di pirsgirêka kurd de bêçareserî hatiye kûrkirin, bajar tên hilweşandi û gel nikare cenazeyên xwe defin bike. Me ti carî li dijî faşîzmê serî netewand em wê netewînin."
SOGANCI: LI DIJÎ FAŞÎZMÊ SERBILID BIN
Serokê Giştiyê TMMOB'ê Mehmet Soganci jî derbirî ku dengê 1'ê Gulana 1977'an di guhê wî de ye û ev tişt anî ziman: "Ew kesên me wê rojê winda kirin, îro li gel me ne. Îro di destên me de alên azadiyê dixwazin hene. Divê îro her kes dengê xwe tevli dengê me, dilê xwe tevli dilê me bike. Divê em li dijî faşîzmê serê xwe netewînin û ser bilind bin. Îro li dijî bindestî, xizanî û êşê roja parastina jiyanê ye."
TUKEL POLÎTÎKAYA TENDURISTIYÊ REXNE KIR
Serokê Giştiyê TTB'ê Raşît Tukel jî mafê axaftinê girt û polîtîkaya tenduristiyê ya AKP'ê rexne kir û ev tişt got: "AKP di 14 salên desthilatdariya xwe de bi polîtîkayên tenduristiyê gel û xebatkar xemgîn kiriye. Divê li dijî van polîtîkayên dewletê têkoşîna bi hev re bê mezinkirin."

...