'Em ê bi mîlyonek dengê NA, ji Ewropayê destekê bidin'

HDK-Ewropa ku bi kongreya li Brukselê hat ragihandin, wê hewl bide projeya Ocalan a li Rojhilata Navîn ket meriyetê bigihîne Ewropayê. Her wiha dixwaze di referandûmê de mîlyonek dengê 'NA' ji Ewropayê derxîne.

Kongreya Demokratîk a Gelan li Ewropayê (HDK-Ewropa), di Sibata 2016'an de li Ewropayê dest bi kar kir û di 4'ê Sibata 2017'an de bi kongreya yekemîn a li Brukselê re hat ragihandin. Hevberdevkê Demê yê HDK-Ewropa Demîr Çelîk li ser karên xwe û pêvajoya referandûmê ji ANF'ê re axivî.

Çelîk da xuyakirin, ku di çarçoveya bûyerên li Tirkiye û Rojhilata Navîn de, hêzên demokrasiyê yên li Ewropayê ku girîng dibînin bi dînamîkên demokrasiyê yên li Ewropayê tevbigerin, ji bo yekîtiya xwe ya hêzê xurt bikin û platformeke hê rêxistinbûyî ava bike, biryara kongreyeke wiha dane.

Çelîk da zanîn, hêzên demokratîk di bin navê HDK-Ewropa de li Swîsre, Elmanya, Fransa û gelek welatên Ewropayê, xwedî meclîsên welatan, meclîsên herêman û meclîsên bajaran e, ku ev yek di kongreya 4'ê Sibata 2017'an de zelal bû.

Demîr Çelîk bibîr xist, HDK projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û destnîşan kir, ev proje bi HDP'ê re di hilbijartina 7'ê Hezîranê de gelekî bi ser ket û veguherî hêviyeke mezin.

'PÊWÎSTIYA CÎHANÊ BI VÊ PROJEYA OCALAN HEYE'

Çelîk da xuyakirin, ku ew dixwazin vê projeya Ocalan li çar aliyên cîhanê belav bikin û di vê serdemê de ku feraseta komunîter a 3 enternasyonalan êdî weke hêvî nayê dîtin, bi rêya vê kongreyê dikarin vê projeyê bikin tevgereke cîhanî ya global a hêviyê dide gelên bindest.

Hevberdevkê HDK-Ewropa Çelîk anî ziman, pêwîstiya cîhanê bi vê projeya Ocalan heye û got, "Li dijî vê dorpêçiyê, di serî de mirovên li derveyî desthilatdar û hikûmetê dijîn, bindest, mexdûr, kedkar, jin û ciwan ên nizanin ji bo jiyaneke bi hêvî ji ku dest pê bikin, ji ber ku di vê mijarê de ne zelal in, nikarin pêngavan û destwerdanan bikin."

'EM Ê BI MÎLYONEK DENGÊ 'NA' DESTEKÊ BIDIN'

Çelîk diyar kir, wan di kongreyê de biryarên girîng li ser xebatên girtine û got, "Di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, 21'ê Adarê û 1'ê Gulanê bikevin nava çalakiyên berfireh."

Çelîk bibîr xist, destûreke nû ya bingehîn ku ew weke destûra bingehîn a erêkirina dagirkeriya Kurdistanê û şerê li Tirkiyeyê dibînin got, "Ev destûra bingehîn ku wê di 16'ê Nîsanê de pêşkêşî referandûmê bê kirin, beriya her tiştî nabe bersiv ji pêdiviyên bingehîn ên civakê re, hemû erkên qanûndanîn, rêveberî û dadgeriyê dixe destê şexsekî li Qesrê û rewşa faşîzan û dîktatorî, wê xeteriyên gelekî mezin bîne serê gelê me. Lewma em dixwazin dengekî xurt ji Ewropayê bidin"

Çelîk anî ziman, di serî de li Îngilîstan, Elmanya, Fransa û Awûstûryayê, HDK-Ewropa wê li gelemperiya Ewropayê kampanya 'NA' bi meşîne û ji bo ev kampanya bi ser bikeve, bikeve nava tevgerê. Tevî hemû pêkanînên antî demokratîk ên Erdogan, girtin, desteserkirina şaredariyan nîşana tinekirinê ne. Em ê jî bi 1 mîlyon dengên ji Ewropayê bişînin, destekê bidin.

Ji ber ku em dizanin, li ser berxwedana xwerêveberiyê ya Kurdistanê, bajarên me yên hatine hilweşandin û şewitandin, li ser kuştina mirovên me li jêrzemînan û girtina bi deh hezaran hevrêyên me, AKP hewl dide hebûna xwe bidomîn. Em ê jî li dijî van polîtîkayan, weke gel di 16'ê Nîsanê de sîleyeke mezin li rûyê Erdodan bixin û bersivê bidin pêkanînên faşîzan."

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin, ji bo pêşîgirtina li rejîma faşîst a Erdogan, ku ew polîtîkayên înkar, tinekirin û şer dimeşîne, divê ew hilbijêrên li Ewropayê ji bo dengê 'NA' bi rêxistin bikin.