Elmar Brok: Ti welatên rojavayî fobiya Kurdan a Tirkiyeyê neparêze

Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê ya Partiya Yekgirtinê ya Demokrat Xristiyan a Elman Elmar Brok di roportaja xwe ya Radyoya Deutschlandfunk de destnîşan kir ku pêwîst e hikûmeta AKP’ê careke din pirsgirêka Kurd bîne ser maseya muzakereyan.

Brok,  got li şûna şerê bi Kurdan re, statuyek otonomiyê ya li Tirkiyeyê ‘vebijêrkek hê bi ewle ye’.

Endamê PE Elmar Brok bi bîr xist ku HDP’e di meclîsê de nûnertiya Kurdan dike, bal kişand ku yek ji partiyên li dijî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê bû. Brok gotinên bi heman wateyê yên Endamê CDÛ Serokê Meclîsa Federal Norbert Rottgen bi bîr xist, wiha axivî; “Pêwîst e êdî Tirkiye di mijara pirsgirêka Kurd de tansiyonê bixe û hevdîtinên aştiyê, tevî partiya Kurdan HDP’e jî mudaxîl bike, bide destpêkirin.”

Brok got, li ser esasê têkoşîna bi DAÎŞ’ê re, tevlîbûna Tirkiyeyê ya şerê Sûriyeyê rast dibîne, destnîşan kir ku tevî vê jî pêwîst e welatên rojavayî ‘fobiya Kurdan a Tirkiyeyê neparêze.’ Brok, li dewsa wê xwest ku rojava ji bo çareseriyek aştiyane ya pirsgirêka Kurd hewl bide.

Elmar Brok îfade kir ku hêza Kurdan li gor Tirkiyeyê ‘tirsek mezin’ îfade dike, destnîşan kir ku li şûna vê tirsê pêwîst e hikûmeta Tirk careke din li hevdîtinên aştiyê vegere. Brok, got hedefa van hevdîtinan jî wê ‘otonomiyek’ an jî tiştekî mîna wê be.

Balkêş e ku Brok got, li şûna şer zêde bibin, otonomiyek a Kurdan wê  ‘ji bo Tirkiyeyê vebijêrkek hê bi ewletir be.’