Elmanya wê çekan nede PDK’ê ku êrîş biribû ser Êzîdiyan

Wezareta Karê Derve yê Elman diyar kir ku ew ê çekan nedin pêşmergeyan.

Wezîrê Karê Derve yê Elmanya Sîgmar Gabrîel di serdana xwe ya vê hefteyê de ya li Rêveberiya Herêma Kurdistanê û Iraqê diyar kir ku Elmanya wê çekên nû nedin pêşmergeyan.
Barzanî di dema hevdîtina bi wezîrê Elman re spasî da ji bo alîkariya çekan dane wan û got, ev ji bo operasyona rizgarkirina Mûsilê ne bes in.

Wezîrê Elman beriya bi rojekê li Bexdayê gotibû, Elmanya wê alîkariya çekên nû neke ji bo herêmên ku şerê dijî DAIŞ’ê lê heye û bi rengekî vekirî gotibû ku wê perwerdehiya ku li herêmê didin jî berfirehtir nekin. Wezîr diyar kir ku têkoşîna dijî DAIŞ’ê tenê bi rêyên leşkerî jî wê nikaribe bi ser bikeve.

Elmanya ji 2014’an ve bi 30 sewkîyatî ji 2 hezar tonî zêdetir çek şandibûn, 150 leşker jî halê hazir perwerdehiyê didin hêzên pêşmerge.

Wezîr Gabrîel li ser referandûma ku tê plankirina Rêveberiya Herêma Kurdistanê bike jî, got,  ‘karê navxweyî yê Iraqê ye’’

LI DIJÎ ÊZÎDIYAN HATIBÛ BIKARANÎN

Derketibû holê ku PDK bi hêzên AKP’ê re dema ku êrîş biribû ser Êzîdiyan li Şengalê çekên ku Elmanya dabûne wan bikaranîbûn. Lê ew çek ji bo parastina Êzdiyan dabûne wan.