Elmanya 1.200 leşkerî dişîne Rojhilata Navîn

Artêşa Elman, plan dike ku 1.200 leşkerî bişîne Rojhilata Navîn.

Hat diyarkirin ku Elmanya di çarçoveya kaolîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê de heta dawiya salê 1.200 leşkerî bişîne Rojhilata Navîn.

Serfermandarê Giştî yê Elmanya Volker Wîeker ê ji rojnameya Bîld am Sonntag re axivî, diyar kir ku wê ev leşker yekser tevlî operasyonên li dijî DAIŞ nebin, lê di çarçoveya koalîsyonê de wê piştgiriyê bidin balafir û keştiyên şer.

PÊWÎST E PARLAMENTO ERÊ BIKE

Pêşniyarên artêşa Elman ên  ji bo tevlîbûna koalîsyonê pêwîst e ji aliyê Parlamentoya Elman ve bên erêkirin. Koalîsyona hikûmetê ya Merkel serokatiya wê dike, di parlamentoyê de xwedî hejmara herî zêde ye.

Serfermandarê Giştî yê Elmanya Volker Wîeker ku got ku ji bo alîkariya balafir û keştiyên şer 1200 leşker pêwîst in, diyar kir ku heta dawiya salê li benda encameke dawî ne.

Çavlirê ye ku keştiyeke şer a Elman piştgiriyê bide balafira şer Charles-de-Gaulle ya Fransa ya li Derya Spî.  Li gel vê ji bo balafirên keşfê yên Elman li Tornado bi cih bibin Elmanya bi Urdin û Tirkiyeyê re di nav danûstendinan de ye.