EFJ-IFJ bang li Wezareta Edaletê kir: 6 rojnamevanên binçavkirî berdin

Federasyona Rojnamevanên Ewropa û Navneteweyî (EFJ-IFJ) bang li Wezareta Edaletê kir, ku 6 rojnamevanên 17 roj in binçavkirî ne derhal berde.

Federasyona Rojnamevanên Ewropa û Navneteweyî (EFJ-IFJ) ji Wezareta Edaletê xwest, 6 rojnamevanên 17 roj in binçavkirî ne berde. 

EFJ û IFJ'ê da xuyakirin, ku ew ê binpêkirina mafên rojnamevanan ên li Tirkiyeyê, ji Platforma ji bo Parastin û Ewlekariya Rojnamevanan a Konseya Ewropayê û Nexşeya Azadiya Medyayê re ragihîne.

EFJ û IFJ'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, Tûnca Ogreten, Mahîr Kanaat, Omer Çelîk, Metîn, Eray Sargin û Derya Okatan, bêyî daxuyaniyeke fermî di binê çaan de ne û ew ji ber vê yekê bi fikar in.