Ebrû Mavî li Elbîstanê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin

Cenazeyê Ebru Mavî ya ku di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da ji hêla hezaran welatiyan ve li Elbîstanê hat definkirin.

Cenazeyê Ebru Mavî ya ku di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da ji hêla hezaran welatiyan ve li Elbîstanê hat definkirin.

Li navçeya Elbîstanê ya Mereşê cenazeyê Ebru Mavî ya ku di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest fa piştî merasîma li cemxaneyê pêk hat li taxa Tapkiranê hat definkirin. Cenazeyê Mavî di seatên serê sibê de ji Nexweşxaneya Dewletê ya Elbîstanê hat wergirtin û bi sedan wesayîtan birin Taxa Tapkirin. Bi hezaran welatiyên tevlî merasîma cenazeyê Mavî bûn. Jinan cenazeyê Mavî li ser milên xwe kirin, bi pankarta "Em kujeran nas dikin" û berzkirina dirûşmên "Kujer AKP", "Dewleta kujer wê hesab bide" û "Şehîd namirin" heta goristanê meşiyan. Cenazeyê Mavî li goristanê hat defnkirin.

Piştî definkirinê li ser gora Mavî axivîn û diyar kirin ku wê jin ti carî vê komkujiyê ji bîr nekin.