Ebadî bi kurt û kurmancî got: Em naxwazin Tirkiye beşdar bibe

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî, carekî din diyar kir ku ew naxwazin Tirkiye di operasyona rizgarkirina Mûsilê de cih bigirin.

Haydar El-Ebadî yê ku piştî civîna bi Wezîrê Parastinê yê Amerîka Ashton Carter û şûn de axivî û diyar kir ku me pêşniyara Tirkiye ya ji bo beşdarî oparasyona rizgarkirina Mûsilê ji çeteyan paqij bikin red kiriye.

Ebadî wiha anî ziman: “Ez dizanim, Tirk dixwazin beşdar bibin. Ez spasiya wan dikin, lê ev operasyonekî ku em Iraqî bi xwe rêvebibin e.” Herî dawî dîsa Ebadî got: “Eger ku pêwîstiya me bi alîkariyê bû, ji Tirkiyeyê yan jî welatên herêmê em ê daxwaza alîkariyê bikin.”

Hikûmeta AKP’ê û Erdogan ên ku di rojên dawî de ji bo ku beşdarî operasyona Mûsilê bibin gotibûn em di “lihevkirina presîban” de li hev hatine.