DYA Û Rûsyayê têkîldarî agirbesta li Sûriyeyê li hev kirin

Hate ragihandin ku piştî muzakereyên mabeyna wezîrên karên derve yên DYA û Rûsyayê ku li bajarê Cinêv ê Swêdê pêk hatin, li hev hatiye kirin ku li Sûriyeyê agirbest bê îlankirin.

Duh piştî hevdîtina 12 saetan a di navbera Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hemkarê wî yê DYA’yî John Kerry, di saetên dereng de konferansek hevpar a çapemeniyê hate lidarxistin.

Wezîrên Karên Derve Lavrov û Kerry ragihandin ku der heqê îlankirina agirbestek li Sûriyeyê li hev kirine, hate destnîşankirin ku wê detayên agirbestê îro û rojên pêş ji hêla kesên pispor bêne diyarkirin. Hate diyarkirin ku wê helwesta li dijî rêxistinên çete yên mîna El Nûsra jî di nav van detayan de cih bigire.

Wezîrê Karê Derve yê DYA John Kerry got ‘agirbestek pêk nayê’ naxwazin, anî ziman ku têkîldarî gîhandina alîkariyên mirovî û agirbestê, tê plankirin ku detayên ‘di astek mezin de’ li ser nehatine axaftin bên biencamkirin.

Sergey Lavrov jî got ji bo ‘çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Sûriyeye’ pêwîst e gelek mijar bên zelalkirin. Lavrov destnîşan kir ku ji bo agirbest pêk were û muzakere ji nû ve destpê bikin, li hev kirine.